Rojnamegera aştiyê Cîhan Bîlgîn 2025-12-18 09:05:06   Derya Ren - Elfazî Toral   STENBOL - Dayika rojnameger Cîhan Bîlgîn ku bi hevalê xwe yê rojnameger Nazim Daştan re ha qetilkirin Katîbe Bîlgîn, diyar kir ku keç awê her tim rojnamegeriya aştiyê kiriye û got: “Keça min ji bo aştî bê têkoşîn meşand.”   Rojnameger Cîhan Bilgîn di 1996’an de li navçeya Mîdyad a Mêrdînê hat dinê. Dibistana navîn, seretayî û lîseyê li wir xwend. Piştre qeyda xwe li beşa Edaletê ya Zanîngeha Dîcleyê çêkir. Di salên zanînghê de dikeve lêgerîna azadiyê û di 2014’an de belavkariya rojnameya Ozgur Gundem û Azadiya Welat dike.  Piştî girtina Azadiya Welat xebatên xwe hîn bêtir pêş dixîne.   Di 2017’an de berê xwe dide axa ku Şoreşa Jinan a Rojava tê jiyînê. Cîhan Bîlgîn di Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) de dest bi xebatan dike. Tevli pêngava Reqayê dibe.   Cîhan Bîlgîn di 2017’an de bi kameraya xwe hovîtiya ku DAIŞ'ê li Reqeyê dide meşandin û berxwedana YPJ’ê ya li dijî çavsoriya DAIŞ’ê bi cîhanê dide bihistin. Cîhan Bîlgîn êrîşên Tirkiye û komên giradayê wê yên di 2019’an de li hember Girê Spî û Serêkaniyê jî ragîhand.   Koça Tebqayê bi cîhanê didin bihistin   Cîhan Bîlgîn, piştî pêşketina HTŞ’ê ya li Sûriyeyê ku Tirkiye û komên girêdayê wê ev wek derfet dît û  6’ê Kanûna 2024’an de êrîşî Kantona Efrîn-Şehbayê kir, koçberbûna gelan û êrîş bi cîhanê da bihistin.   Berxwedana Tişrînê   Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan di 19’ê Kanûna 2024’an de dema berxwedana Bendava Tişrînê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dişopandin bi SÎHA’yên aydê Tirkiyeyê  hatin qetilkirin.   Dayika Cîhan Bîlgîn, Katîbe Bîlgîn der barê keça xwe de ji ajansa me re axivî.   ‘Rojnamegeriya aştiyê dikir’   Katîbe Bîlgîn wiha vegot: “Keça min her tim aştî dixwest. Her cara li min digeriya digot ez der barê aştiyê de xewnan dibînim. Divê em xewnên wê pêk bînin. Miroveke evqas li alî aştiyê çawa dibe ku tê qetilkirin. Ez tu car kesên ku keça min qetil kirin efû nakim. Keça min rojnameger bû, rojnamegera aştiyê bû. Çeka wê tunebû, qetilkirin.”   ‘Min gora wê nedît’   Katîbe Bîlgîn destnîşan kir ku keça wê tu car ji bîra wê naçe û ev tişt bi lêv kir: “Keça min gelek bi kêf û enerjîk bû. Ji hevalên xwe hez dikir. Cîhan çû kezeba min parçe bû. Ez bimrim jî keça xwe ji bîr nakim. Ev êşek mezin e, derbas nabe. Destur nedan em cenqazeyê wê bibînin. Min gora wê nedît. Keça min dijminahî nedixwest. Mirina kesî nedixwest. Ji bo aştiyê têkoşîn meşand.”   ‘Xwezî zarokên me aştî bidîta’   Katîbe Bîlgîn wiha dawî lê anî: “Cîhan qeyda wê li beşa Edaletê ya Zanîngeha Dîcleyê hebû. Beriya Cîhan bê qetilkirin, MÎT’ê lê dipirsî û ji bo vê gazî bavê wê kirin. Gelek pirsîn, heta ku qetil kirin. Ez ji bo dayikên her du aliyan sebrê dixwazim. Xwezî zarokên me aştî bidîtana.”