‘Mafê hêviyê hewcedariyeke lezgîn e’ 2026-02-14 09:03:24   Şehrîban Aslan   AMED - Hevseroka Giştî ya OHD’ê Ekîn Yeter da zanîn ku  komplo li dijî îradeya kolektîf a gelê Kurd e û got tevî biryarên DMME’yê rejîma înfaza muebeta giran û tecrîd didome. Ekîn Yeter daxuyakirin ku ji bo şertên muzakereya demokratîk bên avakirin mafê hêviyê ferz e.   Di ser komploya navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re 27 sal derbas bûn. Tecrîda giran a li ser Abdullah Ocalan didome. Hevseroka Giştî ya komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Ekîn Yeter aliyên siyasî û hiqûqî yê pêvajoyê nirxand û got komplo ne tenê operasyonek girtinê ye, pêvajoyeke mudaxaleya navendî ya ku hêzên navneteweyî tevli bûye ye.   ‘Pêvajoyek komployê ya pirnavendî tê avakirin’   Ekîn Yeter da zanîn ku aktorên komploya navneteweyî Israîl, DYA û Yekitiya Sovyetan e û wiha got: “Bi pêvajoyeke pir aktorî û navendî ev pêvajoya komployê hat avakirin. Abdullah Ocalan bi van şertan neçar ma ji Sûriyeyê derkeve. Piştî vê pêvajoya Atîna-Moskova-Romayê pêk hat. Komploya hat meşandin û pêvajoya darizandinê jî tevli vê ye. Pêvajoya Kenyayê mijara gotinê ye. Bi giştî derketina ji Sûriyeyê û li welatên din lêgerîna bicihbûnê û piştre jî pêvajoya Kenyayê û daxwaza redkirina îltîcayê. Ev hemû  hiqûqa navneteweyî, hiqûqa Kenyayê û ya Tirkiyeyê binpê dike.”   ‘Êrîş bi zanebûn hatin girankirin’    Ekîn Yeter di berdewamiyê de da zanîn ku  wê demê bi pêşxistina komploya navneteweyî re di serî de li hember gelê Kurd li Tirkiyeyê binpêkirinên mafan ên cidî û dijhiqûqî hatine jiyîn û bi salên 90’î re bi binpêkirinên mafan ên giran re êrîşên li dijî bîra kolektîf a gelê Kurd giran bûne.   Ekîn Yeter wiha dirêjî da axaftina xwe: “Pêvajo bi radestkirina Abdullah Ocalan neqedya. Pêvajoya darizandinê jî wek xwepêşandanê bû. Em dibînin ku di her asta pêvajoyê de dijhiqûqî heye. Bêguman ev êrîş çawa ku li dijî îradeya gelê Kurd bû, mekanîzmayên cezakirinê yên rejîma înfazê yên cuda jî pêşî lê hatin vekirin. Dema Birêz Oclan anîn Îmraliyê  nûnerên Komîteya Li dijî Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê ew pêşwazî kirin û gotin wê pêvajoyê lêkoolîn bikin. Lê mixabin di vê mijarê de mekanîzmayan siyaseteke dûrû meşandin.”   ‘Derbasî pêvajoyeke din kirin’   Ekîn Yeter balkişand ser pêvajoya tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha anî ziman: “Şertên înfazê veguherin tecrîdeke giran. Bi mekanîzmaya tecrîdê re komploya navneteweyî bi salan hat meşandin û di 4 salên dawî de tu agahî ji Birêz Ocalan nehatin girtin. Bi pêşketina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re tecrîda giran hat şikandin lê bi giştî ji holê ranebû.”   ‘Biryara DMME’yê 12 sal in pêk nayê’   Ekîn Yeter balkişand ser mafê hêviyê û biryarên ku DMME’yê di mijarê de dane û wiha got: “Di alî şerên şênber ên em dinêrin de ev 12 sal in biryarên DMME’yê yên pêk nehatine hene. Di encama serlêdanan de DMME’yê, der barê Birêz Ocalan de seranserê jiyanê girtina wî wek dijmafê hêviyê dît. Diyar kir ku ev PMME’yê binpê dike û di biryarên Boltan, Gurban û Kaytan de jî da zanîn ku qedexeya îşkence û pêkanînên nebaş hatiye binpêkirin. Em bang dikin ku divê erk û berpirsyarî bên cih û mafê hêviyê pek bên. Der barê mafê hêviyê de bendewariyên cidî hene. Wek hiqûqnas bendewarî û daxwaza me jî di vî alî de ye. Divê mafê hêviyê pêk bê. Mafê hêviyê hewcedarkiyeke lezgîn e.”