11 jinên kurd ji aliyê rêjîma Îranê ve hatin girtin 2026-02-14 15:30:53   NAVENDA NÛÇEYAN - Nasnameya 11 jinên Kurd ên di dema xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hatine girtin, eşkere bûn.   Li gorî agahiyên çavkaniyên xwecihî nasnameya 11 jinên Kurd ku di serhildana gelên Rojhilatê Kurdistan û Îranê de pêşengtî kirine û hatine binçavkirin, eşkere bûn.   Hat diyarkirin ku Melîka Kawendî (38) û xwişka we Sara Kawendî (47) di dema serdegirtina mala Melîka Kawendî de ji aliyê hêzên Îtlaetê ve hatin binçavkirin û şandin girtîgeha Kiçowî Kerec. Melîka Kawendî yek ji wan kesên ku di dema serhildana ‘Jin, jiyan, azadî’ de bû.   Li gor heman agahiyan heft jinên din ên xelkê Îlamê ne, navên wan wiha ne; Ayda Aramş, Zeyneb Tehmasb, Hacer Xalidî, Dunya Sadiqî, Fatma Perîweşî, Suha Mesûdî û Sedef Qasimî ne. Ev heft jin di dema xwepêşandanên girseyî yên li Îlamê hatin lidarxistin de ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine binçavkirin. Heta niha jî di girtîgeha Îlamê de tên ragirtin. Hat gotin ku Ayda Aramş bi awayek birîndar hatiye binçavkirin.   Yek ji jinên din ên hatine binçavkirin Îlya Mehmudî (16) xelkê Kirmaşane lê li bajarê Kerec dima. Di dema xwepêşandanan de hat binçavkirin û ji bo cihek nediyar hate birin. Heta niha jî çarenûsa wê nediyare.   Jina bi navê Tahîre Suleymanî çalakvanek jîngehê ye û yek ji wan kesên ku di dema serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de hatî girtine. Xelkê parêzgeha Kirmaşanê. Ji bo bicihanîna cezayê sê meh û 10 rojan hatiye binçavkirin û şandine girtîgeha Kirmaşanê. Beriya niha ji aliyê dadgeha Îranê ve bi tometa ‘propaganda dijî dewletê’ ceza lê hatibû birîn.