Amed di 15’ê Sibatê de li ser piyane:Ji bo azadiya Abdullah Ocalan têkoşîn wê bidome 2026-02-15 21:23:53   AMED- Li Amedê bi armanca protestokirina 15’ê Sibatê Komploya Navneteweyî ji Parka Koşuyolu heta AZC Plaza meşiyan. Piştî meşê daxuyanî hat dayîn û daxwaza bila tecrîd bidawî be û azadiya Abdullah Oalan pêk bê hat kirin û peyama ‘Em komployê qebûl nakin’ dan.   Di pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk de bi boneya salvegera komploya 15’ê Sibatê ya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate pêkanîn bi dirûşma “Bi ronahiya heqîqetê ber bi azadiyê ve” li Amedê meşek hate lidarxistin. Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, endam û rêveberên partiyên siyasî, saziyên sivîl ên civakî û bi sedan kes beşdarî meşê bûn. Girseya ku li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a Koşûyolûyê kom bû, alên ku wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser hilgirtin. Di meşê de pankartên “Kes nikare tu carî roja me tarî bike” û “Bi ronahiya heqîqetê ber bi azadiyê ve” hatin hilgirtin û ronahiyên telefonan hatin vekirin. Girseyê di meşê de her tim dirûşmên “Bijî Serok Apo” , “Bê Serok jiyan nabe” , “Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav” , “Bijî berxwedana Rojava” û “Jin jiyan azadî” berz kir.   Girse bi tilîlî û çepikan gihişt ber Plazaya AZC ya li Semta Ofîsê ya navçeya Yenîşehîrê û li vir axaftin hatin kirin. Destpêkê Hevseroka Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY-DER) a Amedê Yeter Erel Tûma axivî. Yeter Erel Tûma diyar kir ku 15’ê Sibatê tenê ne salnameyeke roja ku hewl hate dayîn gelê Kurd bê “Serok” bimîne û ji holê bê rakirine û wiha got: “Ji bo ku tarîtiyê ronî bikin em îro li vir in.”   ‘Rêber Ocalan planên wan pûç kirin’   Dû re Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir axivî. Keskîn Bayindir da zanîn ku Şandeya Îmraliyê dê sibê biçe Girava Îmraliyê û wiha got: “Îro roja reş kir roja ronahî. Em ji vir silavên germ ji Rêzdar Ocalan re dişînin. Êdî dev ji vê zîhniyeta komploger berdin. Rêzdar Ocalan tiştek nîşanî gelê Kurd û cîhanê da û got ‘Hûn çiqas tecrîdê pêk bînin, gelê Kurd û Kurdistanê îzole bikin jî fikrên min li kolanên Amedê, li axa Kurdistanê û cîhanê ne.’ Îro fikr û ramanên Rêber Ocalan bûye nîşangeha gelê Kurd û Kurdistanê. Bi deh hezaran gelê Kurd li kolanan dimeşin. Heta rejîma Îmraliyê û dorpêça li îmraliyê neyê rakirin hûn pêşiya çareseriyê, li hevkirinê û çareseriya demokratîk a gelê Kurd digirin. Meheke em li kolanan e planên navnetewî li ser destkeftiyên gelê Kurd bûn. Gotin ‘em ê destkeftiyên Rojava ji holê rakin û gelê Kurdistanê qetil bikin.’ Plana wan ev bû. Lê Rêber Ocalan ev komplo li erdê xist û planên wan pûç kirin.”   ‘Rêberê Ocalan ji bo gelên mazlûm hêvî ye’   Keskîn Bayindir di berdewama axaftina xwe de ev tişt gotin: “Em ji vir peyamekê didin. Rêber Ocalan ji bo we jî ji bo gelê Kurdistan û gelên mazlûm hêvî ye. Em li ber xwe didin têdikoşin doza hebûn û statuya xwe didin. Navenda azadî û aştiyê Girava Îmraliyê Rêzdar Ocalan. Dayik, jin û ciwan li vir hene armanc yek e heta azadiyê, serkeftinê û aştiyê em ê têbikoşin. Em ji vir dewlet û desthilatê re tiştekê dibêjin heke hûn berê xwe bidin cihekî din gelê Kurd vê dibîne, heke niyeta we ya çareserkirina pirsgirêka Kurd hebe berê xwe bidin Rêzdar Ocalan ku bi milyonan kes li pişt wî ne.”