'Em ê kêfa alîgirên ‘terorê’ neynin' 2026-02-18 09:12:25   Rozerîn Gultekîn   WAN - Navenda Piştevaniya Jinan û Jiyanê ya Ekîn li Mûşê hat xwestin bê vekirin lê belê ev yek ji aliyê amîrê mulkî ve bi hinceta ‘em kêfa alîgirên terorê naynin’ tê astengkirin.   Piştî şaredariyên ji qeyûman hatin girtin û ketin destê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), xebatên jinan yek bi yek ketin jiyanê. Li şaredariya Mûşê ku bi salan e di destê AKP’ê de bû yek xebatek ji bo jinan nehat meşandin. Her wiha şaredariya Elbaqê jî ji ber di destê qeyûm de bû xebatên jian pêk nehatin. Her du şaredariyên ku di hilbijartinên dawî de hatin bidexistin xebaên jinan yek bi yek meşandin. Hevşaredara Mûşê Tuba Sayilgan û Midûra Polîtîkayên Jinan a Elbaqê Sezgîn Sadak der barê xebatên dimeşînin de axivîn.   ‘Armanca me dîtina hebûna jinê ye’   Hevşaredara Mûşê Tuba Sayilgan da zanîn ku şaredariya Mûşê bi salan di destê AKP’ê de bûye û got: “Piştî DEM Partiyê şaredarî bi dest xistin gelek xebatên jinan pêk anîn. Beriya me yek xebatek ji bo jinan tunebû. Jin di plana dawî de bûn. Em çawa hatin me Polîtîkaya Midûriyeta Jinan ava kir. Di çarçoveya vê de me bi Baroya Mûşê re protokol îmze kir. Me navenda bîhnvedana jinê vekir. Me li çend taxan navendên şînê, civînên jinan û komunan ava kir. Me meclîsa jinê îlan kir. Em her meh bi rêk û pêk bi jinan re civînan dikin. Armanca me keda jinê, dengê jinê hebûna jinê bê dîtin e. Armanca me mezinkirina têkoşîna jinê ye, zêdekirina saziyên jinan e.”   Bi kêfî tê astengkirin   Tuba Sayilgan da zanîn ku ew dixwazin li Mûşê Navenda Piştevanî û Jiyanê ya Ekîn ava bikin lê ji aliyê amîrtiya mulkî ve bi hinceta ‘Em ê kêfa aligirên terorê neynin’ tê astengkirin. Tuba Sayilgan wiha dirêjî dayê: “Bi armanca piştevaniya jinan me xwest em navenda piştevaniyê vebikin. Lê mixabin ji aliyê amîtiya mulkî ve bi kêfî tê astengkirin. Ji ber tê redkirin em nikarin navendê vebikin. Nivîsên weke ‘em ê kêfa alîgirên terorê neynin’ şandin. Lê em li dijî vê serî natewînin. Em serî li riyên hiqûqî didin.”   Xebatên civakî, aborî û hişmendiyê dimeşînin   Midûra Polîtîkayên Jinan a Elbaqê Sezgîn Sadak jî da zanîn ku li Elbaqê polîtîkayên jinan esas digirin kirine jiyanê û di qada aborî, civakî û hemû qadên din de xebatan dimeşînin. Sezgîn Sadak wiha vegot: “Şaredariya Elbaqê di demên berê de bazareke keda jinan vekiribû. Jinan berhemên xwe li wir difrotin. Lê bi qeyûman re bazara jinan veguherî cihê mêran. Mobîng li jinan kirin û xebatên wan hatin rawestandin. Qeyûman di her qadê de hilweşînên mezin kir. Lê em xebatên xwe dimeşînin. Em xebatên civakî, aborî û hişmendiyê yên jinan dimeşînin. Em niha atolyeya hirî-ben ava dikin. Ji bo jin tevli jiyana azad bibin em xebatan dimeşînin. Me atolyeya cil û bergên gelêrî ava kir. Me atolyeya Jînelojî û perwerdeyê ava kir. Qursên me yên wêje û ziman hene. Em perwerdehiya Kurdolojiyê pêk tînin. Ji jinan nêrînên gelek erênî tên. Armaca me mezinkirina piştevaniya jinê ye.”