Ji jinên girtî re kartên 8'ê Adarê hatin şandin 2026-02-21 16:29:22   BEDLÎS - Li Bedlîsê, di çarçoveya pîrozbahiyên 8'ê Adarê ku ji aliyê TJA'yê ve tê lidarxistin, kart ji girtiyên jin re hatin şandin.   Li Bedlîsê, bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ku ji aliyê Tevgera Jinên Azad (TJA) ve tê lidarxistin, kart ji girtiyên jin re hatin şandin.   Jinên ku li avahiya navçeya Tetwanê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) kom bûn, peyamên xwe yên 8'ê Adarê li ser kartan nivîsandin û bi rêya posteyê ji girtîgehan re şandin.