Li Mêrdînê hevdîtina 8’ê Adarê 2026-02-21 17:55:25   MÊRDÎN –Jin di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li gundê Ortakoy a navçeya Artukluyê hatin gel hev.   Bi pêşengiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de jin li gundê Ortakoy a Artukluyê hatin gel hev. Parlamentera Mêrdînê Salîha Aydenîz, aktîvîstên TJA’yê û gelek jin tevli bûn.   Di hevdîtinê de balkişandinser girîngiya 8’ê Adarê û hat diyarkirin ku jin li her qada jiyanê têkoşînê didomînin.   Hevdîtin bi daxwaz û peyamên jinan bidawî bû.