Li Pirsûsê Navenda Kursa Kurdî û Etûdê hate vekirin 2026-02-21 17:57:23   RIHA -  Şaredariya Pirsûsê bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê, navenda etûdê ya Kurdî vekir.   Li taxa Aligorê ya navçeya Pirsûs a Rihayê, bi boneya Roja Zimanê Dayikê navendekê bi navê "Navenda Kursa Zimanê Kurdî û Etûdê ya Ehmedê Xanî" ji aliyê Şaredariya Pirsûsê ve hat vekirin. Beriya merasîma vekirinê, ji bo zarokan çalakiyên curbecur hatin lidarxistin.   Di dema vekirinê de Hevşaredara Pirsûsê Ayten Kaya axivî û got: "Zimanê me, dîrok, hebûn û çanda me ye. Em ê heta dawiyê xwedî li zimanê xwe derkevin."   Hevşaredar Muslum Baran jî ev tişt got: "Îro ji bo me rojekî dîrokî ye. Ehmedê Xanî dibêje ku ziman hebûna gelekî ye. Ji ber vê yekê, divê em Kurdî di her qada jiyanê de bi kar bînin. Bila ev kurs tenê wekî sembolekê nemîne, divê her kes xwedî lê derkeve."   Parlamenterê DEM Partiyê Ferît Şenyaşar jî di axaftina xwe de destnîşan kir ku zimanê Kurdî bi metirsiya windabûnê re rûbirû ye û got: "Em li ku derê bin bila bibin, divê em bi Kurdî biaxivin. Werin em xwedî li zimanê xwe derkevin."