Li Agiriyê bernameya 8'ê Adarê hat eşkerekirin 2026-02-23 13:40:39   AGIRÎ - Li Agiriyê plansaziya 8'ê Adarê hat eşkerekirin. Di çarçoveya çalakiyan de meş, şahî, mîtîng û civînên gel dê bên lidarxistin.    Li Agiriyê, bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) bi dirûşma “Em bi berxwedanê azad dibin civaka demokratik dihonin” starta çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê da. Gelek jin beşdarî çalakiyê bûn. Metna daxuyaniyê ji hêla aktîvîsta TJA'yê Dîlan Başboga ve hat xwendin.    Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Di sala 2024'an de herî kêm 394, di sala 2025'an de 420 jin hatin qetilkirin. Em dizanin ku li Agiriyê kuştina jinan zêdeye û di bin navê mirina bi guman tên veşartin. Her wiha azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê wateya, li ser vê erdnegariyê azadiya gelan, jinan û hevjiyana azad. Em wek TJA perspektîfa demokratîk diparêzin."   Piştî daxuyaniyê bernameya çalakiyên 8'ê Adarê hat parvekirin.   * Di 2'yê Adarê de, saet 11:00'ê, li Parka Şaredariya Kevin a Bazîdê  mîtîngek tê lidarxistin. Gultan Kişanak, Zekiye Îlbasan, Berdevka Meclîsa Jinan a DBP'ê Berîvan Bahçeci û hunermend Baran Bozyel dê beşdarî mîtîngê bibin.   * Di 4'ê Adarê de, li avahiya navçeya DEM Partiyê ya li Giyadînê civînek jinan dê were lidarxistin. Li Navenda Piştgiriya Jinan a Zînê jî atolyeyek çêkirina mûman dê were lidarxistin.   * Di 5'ê Adarê de, li Avkevîrê civînek jinan dê were lidarxistin.   * Di 6' ê Adarê de, li avahiya navçeya DEM Partiyê ya li Panosê civînek jinan dê were lidarxistin.   * Di 8'ê Adarê de, ji Pirtûkxaneya Gel, ber bi Qada Bajêr a Şakiro ve meş bê lidarxistin û dû re jî şahî bê lidarxistin.    Daxuyaniya jinan bi dirûşma "Bijî têkoşîna rêxistinkirî ya jinan" û "Bijî berxwedana jinan" bi dawî bû.