Rapora girtîgehên Marmarayê hat parvekirin 2026-02-24 15:29:50   STENBOL - Komîsyona Girtîgehan ya Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê di rapora girtîgehan de diyar kir ku sala 2025'an bi îşkence û binpêkirina mafan derbas bûye û di encama van pêkanînan de 18 kesan jiyana xwe ji dest daye.   Komîsyona Girtîgehan ya Şaxa Komaleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê li avahiya xwe Rapora Girtîgehan a 2025'an aşkere kir. Endam û rêveberên Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê tev li daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji aliyê Endama Komîsyona Girtîgehan ya Şaxê Semîray Yilmaz ve hate xwendin.   Semîray Yilmaz îstatîstîkên derbarê girtî û girtîgehan de dan û ev agahî hatin parvekirin: “Berî 2'yê Çileyê di girtîgehan de 402 hezar 14 girtî hebûn, kapasîteya girtîgehan 305 hezar 286 e. 96 hezar 728 girtî zêdeyî kapasîteyê girtîgehan tên girtin. Bi giştî di sala 2025'an de ji 18 girtîgehên herêma Marmarayê, bi giştî jî 40 girtîgehan serlêdan ji ÎHDê çê bûn. Di sala 2025an de meha Çile 13, Sibat 15, Adar 8, Nîsan 15, Gulan 18, Hezîran 19, Tirmeh 18, Tebax 15, Îlon 26, Cotmeh 13 Mijdar 18 û Kanûnê 16 bi giştî jî 161 serlêdan çêbûne.”   Têkildarî binpêkirinên mafan jî Semîray Yilmaz ev xal destnîşan kirin: “Meha Çile 335, Sibat 438, Adar 59, Nîsan 292, Gulan 390, Hezîran 373, Tirmeh 379, Tebax 297, Îlon 506, Cotmeh 115, Mijdar 341 û Kanûnê de 557 îhlal hatin tespîtkirin. Di sala 2025an de bi giştî 4 hezar 086 îhlal li herêma Marmarayê pêk hatin. Wekî din lêkolîna li ser çapemeniyê û girtîgehên din jî di sala 2025an de 5 hezar 270 binpêkirinên mafan çêbûn. Her ku diçe rewşa girtîgehan dijwartir dibe.”   Semîray Yilmaz balkişand ser xeteriya li girtîgehan tê jiyîn û ev agahî parvekirin: “Di girtîgehan de rewşa xeternak di sala 2025an de jî berdewam kir. Gelek binpêkirinên mafan derketin holê. Girtiyan nekarîn xwe bigihînin mafên xwe yên herî rewa û gelek girtiyan di girtîhan de jiyana xwe ji dest dan. Mafê jiyanê yê girtiyan hate binpêkirin. 2 kes ji herêma Marmara 16 kes jî ji derveyî Marmarayê bi giştî 18 kesan di girtîgehan de jiyana xwe ji dest dan.”   Li ser zêdebûna hejmara girtiyan jî Semîray Yilmaz axivî û got ku hejmara girtiyan di sala 2026an de dîsa zêde bûye. Semîray Yilmaz ev tişt gotin: “Ji 2yê Sibatê şûnde hejmara kesên girtî bûye 407 hezar 266 kes. Kapasîteya girtîgehan bi giştî 305 hezar 286 e. 102 hezar 310 girtî îro zêdeyî kapasîteyê girtîgehan tên girtin.”