DEM Partiyê forûma akredîtasyona civîna 27’ê Sibatê weşand 2026-02-25 11:20:09   ENQERE - Hate diyarkirin ku ji bo civîna salvegera Banga Aştî û Civaka Demokratîk ya ku dê ji aliyê DEM Partiyê ve bê lidarxistin, divê rojnameger foruma aktedîtasyonê dagirin.    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), bi munasebeta salvegera banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê di 27’ê Sibatê de li navçeya Çankaya ya Enqereyê li Hêwana Yilmaz Guney civînekî çapemeniyê li dar bixe. DEM Partiyê ji bo rojnamegerên ku dê tev li civînê bibe foruma akredîtasyonê weşand.    Buroya Çapemeniyê ya DEM Partiyê ev agahî parve kir: Dê bi beşdariya Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, Tuncer Bakirhan û endamên Şandeya Îmraliyê civînê pêk were, rojnamegerên ku dê beşdarî civînê bibin divê heta roja 26’ê Sibatê saet 20.00’an forûma akredîtasyonê dagirin.     Herwiha di agahiyê de hate destnîşankirin ku dê peyama Abdullah Ocalan a nû ya der barê pêvajoyê jî bê xwendin.