Çalakiya li Cenevreyê hefteya 266’an berdewam kir 2026-02-25 19:08:15   NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiya rûniştinê ya li pêşiya NY’ê ya li bajarê Cenevre yê Swîsreyê de çalakvanan bi daxwaza statu ji bo Rojava û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, careke din anîn ser ziman.   Nobeta “Ji Rêber Apo re Azadî” ku ji 25’ê Çileya 2021’an ve her Çarşem li pêşiya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li bajarê Cenevre yê Swîsreyê tê lidarxistin, di hefteya 266’an de dewam kir. Kurdistanî û dostên wan dubare bang li saziyên navneteweyî kirin ku berpirsyariyên xwe yên ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi cih bînin.   Çalakîbi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir.Li ser navê çalakvanan Zuhal Sezer diyar kir ku têkoşîna hebûnê ya li Rojava bi êrîşên sîstematîk ên hedefgirtin. Zuhal Sezer destnîşan kir ku ev beralî li dijî tunekirina îradeya gel e û wiha got:“Heta ku statuya Rojava were naskirin û mîsogerkirin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo were pêkanîn, têkoşîna me wê dewam bike.”   Piştre metna çapemeniyê ji aliyê endamê komîteya çalakiyê Welat Eren ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate bilêvkirin ku Rojhilata Navîn ji ber mudaxileyên dewletên emperyalîst û polîtîkayên zîhniyeta qirker ji pêvajoya şerekî kûr û kaosê tê derbaskirin. Hate diyarkirin ku îradeya gelan bi eşkerehî tune tê hesibandin û veguheriye yek ji navendên şerê cîhanê yê sêyemîn û hate destnîşankirin ku li hemberî vê yekê alternatîfa herî xurt modernîteya demokratîk e ku xwe dispêre îradeya hevpar.   Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku pergala demokratîk a li Rojava hatiye avakirin, ev demek dirêj e bi êrîşên plankirî û piralî tên hedefgirtin.   Di berdewamiya daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku Abdullah Ocalan îradeya siyasî ya gelê Kurd temsîl dike 27 sal in li Girava Îmraliyê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê girtin û hate destnîşankirin ku pêkanînên li Îmraliyê ne cezayekî kesî, dewama polîtîkaya înkara dîrokî ya li dijî gelê Kurd e.   Çalakvanan di hefteya 266’an de ev daxwazên xwe dubare kirin:   “*Divê were qebûlkirin ku pergala êşkence û tecrîdê ya li Îmraliyê, wekî sûc were qebûlkirin û tavile were rakirin.   *Divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo were pêkanîn.”   Daxuyanî bi van gotinan bi dawî bû: “Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo aştî û çareseriya demokratîk a li Rojhilata Navîn, berpirsyariyeke dîrokî û civakî ye. Misogerkirina statuya Rojava û pêkanîna aştiya mayînde li herêmê erka hevpar a mirovahiyê ye.”