Malbatan serdana Îmraliyê kir 2026-02-26 16:00:16   NAVENDA NÛÇEYAN - Abdullah Ocalan bi birayê xwe Mehmet Ocalan û biraziyê xwe Omer Ocalan re hevdîtin kir.    Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar, Ergîn Atabey û Mahmût Yamalak ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tên ragirtin, bi malbatên xwe re hevdîtin kir.    Buroya Hiqûqê ya Asrinê li ser hesabê xwe yê platforma medyaya dijîtal X’ê ev peyam parve kir:    "Birêz Abdullah Ocalan, îro (Di 26’ê Sibata 2026’an de) li Girava Îmraliyê bi endamên malbata xwe Mehmet Ocalan û Omer Ocalan re hevdîtin kir. Miwekîlên me yên din birêz Hamîlî Yildirim, birêz Omer Hayrî Konak, birêz Ergîn Atabey û birêz Mahmût Yamalak jî îro (Di 26’ê Sibata 2026’an de) li Girava Îmraliyê bi endamên malbata xwe re hevdîtin kir.”