Hevîdar Heranî: Dorpêç didome, nexweş pirgirêkan dijîn 2026-02-27 09:07:25   Gulîstan Gulmuş   RIHA - Rojnameger Hêvîdar Heranî da zanîn ku dorpêça Kobanê bandorek mezin li ser nexweş û kesên koçber dibin dike û got: “Gel dixwazin ku riyên bi ewle bên vekirin, dorpêç bê rakirin.”   HTŞ, DAIŞ û çeteyên girêdayê Tirkiyeyê di 6’ê Çileyê de êrîşî taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê kirin. Piştî êrîşan di navbera HSD û HTŞ’ê de di 30’yê Çileyê de agirbest hat îlankirin û peymana entegrasyona demokratîk hat îmzekirin. Tevî îmzekirina peymanê dorpêça Kobanê didome.   Rojnameger Hevîdar Heranî ku ji roja êrîşên li dijî Kobanê dest pê kirine li Kobanê rojnamegeriyê dike der barê rewşa dawî ya li Kobanê de axivî.   Li Kobanê dorpêç û pirsgirêk didomin   Hevîdar Heranî pirsgirêkên li Kobanê bibîr xistin û wiha anî ziman: “27 roje li Kobanê pirsgirêk didomin. Zivistan e û di encama êrîşa çeteyan de kesên ji Tebqa, Reqa, Sirrîn û gundên Çelebî yê Kobanê hatin vir li dibistanan dimînin. Li vir divê perwerdehiya dema duyemîn bihata dîtin lê hat rawestandin. Li vir bi hezaran penaber hene. Alîkariyên hatine şandin ji dagirkirinê re nabin çareserî. Li vir gel zehmetiyên mezin dikşînin û dibêjin, ‘Em çiqas zehmetiyan bikşînin jî em dixwazin vegerin malên xwe. Bi hebûna hêzên ewlehiya hundir re divê ewlehî pêk bê. Çete baweriyê nadin.’Ji ber ku çeteyan malên wan gundê wan talan kirine.”   ‘Neşxweş bi bandor dibin’   Hevîdar Heranî wiha dawî lê anî: “Bi taybet nexweş pirsgirêkên mezin dijîn. Divê  ji bo veguhestina nexweşan riyên bi ewle ji bo bajarên herêmê bên vekirin. Gel dixwazin dorpêç bê rakirin. Ev dorpêç bandorek mezin li ser jiyana nexweşan dike. Ji bo nexweşên pençeşêr û şekir derman nayê temînkirin. Divê ev nexweş li Heleb, Qamişlo û Hesekê bên dermankirin. Gel dixwazin riyên bi ewle bên vekirin.”