Jin bi xeta têkoşîna hevpar diçin 8’ê Adarê 2026-02-28 09:05:16   Melek Avci   ENQERE - Endama Meclîsa Jinan a DEM Partiyê û aktîvîsta TJA’yê Gulbahar Gunduz da zanîn ku îsal di bin siya êrîşên li ser destkeftiyên jinan, zextên siyasî, xizanî û qetilkirinên jinan 8’ê Adarê pêşwazî dikin û got: “Mezinkirina piştevaniya jinê û hûnandina xeta têkoşîna enternasyonalîst ferz e.”   Jin di pêvajoyeke ku êrîşên li ser destkeftiyên jinan zêde bûne, xizanî û tundiya li ser jinan zêde bûye 8’ê Adarê pêşwazî dikin. Lê tevî hemû êrîşan jin îsal jî xeta mezinkirina têkoşînê derdixin pêş.    Endama Meclîsa Jinan a DEM Partiyê û aktîvîsta TJA’yê  Gulbahar Gunduz der barê pêşwazîkirina 8’ê Adarê de axivî.   Sala derbasbûyî bi qetilkirinan derbas bû   Gulbahar Gunduz got 8’ê Adarê hem roja destkeftî hem roja berxwedanê ye û got: “Bi salane em wek roja mezinkirina têkoşînê nêz dibin. Sala derbasbûyî bi qetilkirinên jinan, mirinên biguman, êrîşan derbas bû. Di sala malbatê ku îlan kirin de  zayendperestî, nîjadperestî gûr kirin û ev bi qanûna ku dewletê derxistiye sînor nîne. Bi qanûnên derxist çapemeniya  bi organîzekirî propaganda vê kir. Di rojên borî de di rojekê de 6 jin hatin qetilkirin. Gumanbarên Gulîstan Doku hîna nehatine dîtin. Lê di alî me de gumanbar diyarin. Rojîn Kabaîş hat qetilkirin. Gumanbar diyarin lê maxivin tên parastin.”   Xizaniya jinê û têkoşîna hevpar a li dijî tundiyê   Gulbahar Gunduz di berdewamiyê de wiha got: “Di sala derbasbûyî de xizaniya jinê giran bû û ligel vê tundî her çû mezin bû. Jin ji qada cemawerî hatin durxitsin.Li dijî hemû êrîşan, zextên li ser jinan li her derê cîhanê hişmendî û têkoşîneke mezin a jinan heye. Îro li Tirkiyeyê jinên ne di rêxistinekê de ne di siyaset, saziyekê de jî li dijî tundî, destdirêjiyê refleksê nîşan didin. Li Tirkiyeyê ji aliyê cuda jin hatin gel hev û mîtîngek pêk anîn. Bêguman ev encama têkoşîna bi salan a jinane. Ev pir bi nirx e.”   ‘Ev îtîraza her jinekê ya li dijî vê pergalê ye’   Gulbahar Gunduz destnîşan kir ku di mîtînga ku jin anîn gel hev de rojev Şoreşa Jinan a Rojava bû û mafên hatin bidestxistin bûn. Gulbahar Gunduz wiha got: “Êrîşên sîstematîk yên li ser jinan li her derê cîhanê tên jiyîbn. Îro li her derê cîhanê li dijî êrîşên li ser jinan îtîraz bilind dibe. Ev îtîraza her jinekê ya li dijî vê pergalê ye. Li Tirkiyeyê îro bi sedan jinên ku têkoşîn meşandin, serî netewandine û hatine girtinê hene. Di vê 8’ê Adarê de jî ev êrîş didomin. Jinan li dijî vê xeta têkoşîna pir alî berfireh kirin, hûnandin û têkoşîn meşandin. Li Afganîstanê jinan li dijî rejîma Talîban dengê xwe bilindkirin. Lİ Îranê jinan li dijî rejîma molla  bi dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ serî hildan û pêla serhildanê mezin kirin. Jin^ne Fîlîstînê li dijî Israîl û hêzên hegemon serî netewandin û têkoşîn meşandin.”   Motîvasyon û rêya me şoreşa jinê ye   Gulbahar Gunduz di dawiya axaftina xwe de wiha anî ziman: “Rojeva me şerê li Rojava bû. Têkoşîna em behs dikin li Rojava ket jiyanê û şênber bû. Ji ber vê jî dilê me li wir davêje. Jinên Rojava têkoşîn meşandin û jiyanek nû ava kirin. Diyariyê hemû jinên cîhanê kirin. Êrîşên li dijî Rojava bi armanca têkbirina destkeftiyên Rojava ne. Şoreşa jinan a Rojava bi têkoşînê hat bidestxistin. Ji ber vê em dibêjin motîvasyon û riya me şoreşa jinê ya Rojava ye. Em bang dikin ku divê xeta têkoşîna jinan a enternasyonalîst jî bê hûnandin. Xeta têkoşîna me ya îsal jî pir zelale.  Li li dijî êrîşên li ser jinê mezinkirina piştevaniya jinê û hûnandina xeta têkoşîna enternasyonalîst ferz e.”