Kongra Star a Hesekê bernameya xwe ya 8'Adarê ragihand 2026-02-28 13:12:07   NAVENDA NÛÇEYAN - Kongra Star a bajarê Hesekê bi daxuyaniyekê bernameya xwe ya 8'Adarê ragihand û diyar kir ku destkeftiyên şoreşa jinan li Rojava xeta sor in û parastina van destkeftiyan berpirsyariyeke giştî ye.   Kongra Star a bajarê Hesekê bernameya 8’ê Adarê bi daxuyaniyekê li Parka 4'Nîsanê, bi beşdariya jinên ji bajarê Dirbêsiyê, Til Temir, Zirgan û koçberan ragihand. Daxuyanî bi zimanê erebî ji hêla endama Kongra Star a bajarê Hesekê Sîham Elî ve û bi zimanê kurdî jî ji hêla mamosteya zimanê kurdî Zêrîn Hesaf ve hate xwendin.   Daxuyanî bi dirûşma "Bi felsefeya jin, jiyan azadî em destkeftiyên şoreşa jinan biparêzin" hate dayîn. Di daxuyaniyê de hate gotin: "Tundî dê me netirsîne, sûc dê me neşikîne û em ê gavekê jî ji parastina destkeftiyên şoreşa jinan paşve neavêjin. Ji Denîz Çiya bigire heta Gerîla Amara û ji her şehîdeke ku jiyana xwe ji bo parastina rûmeta jinan û azadiya civakê daye, em piştrast dikin ku xwîna wan veguheriye hêzeke ajotinê ji bo têkoşînê û hişmendiyeke kûr di nava jinan de. Her sûcek ku li dijî jinan hatiye kirin, biryardariya me ya birêxistinkirin û berxwedanê xurt kiriye û her hewldanek ji bo bêdengkirina dengê me, em bêtir amade û berxwedêr kirine. Di 8’ê Adarê de, em radigihînin ku destkeftiyên şoreşa jinan li Rojava xeta sor in û parastina van destkeftiyan berpirsiyariyeke kollektîf e. Em ê rêxistina xwe li hemû qadan xurt bikin û em ê asta hişmendî û têkoşîna xwe bilind bikin, ji ber ku şoreşek ku ji hêla jinan ve tê birêvebirin, nayê têkbirin.”   Bernameya çalakiyên 8’ê Adarê yên Kongra Star ya Hesekê û Dirbêsiyê wiha ye:   "* 1'ê Adarê bajar dê ji aliyê Kongra Star ve werin xemilandin û jinên ciwan dê li ser gorên şehîdên dar û kulîlkan biçînin.   * 2'yê Adarê komek jinan dê çekan hilgirin û beşdariya xwe di seferberiya giştî de ragihînin. Jinên ciwan dê bi wêneyan keziyan têketina Hesekê bixemilînin.   * 3'yê Adarê gundên Jinwar û Zirgan werin ziyaretkirin.   * 4'ê Adarê dê mûm li ser gorên şehîdan werin vêxistin û jinên ciwan dê pêşangeheke destkariyan û wêneyên şehîdên jin vekin.   * 5'ê Adarê saziyên sivîl û leşkerî dê werin ziyaretkirin, fîlmek li ser keziyan û wateya wan dê were nîşandan û jinên ciwan dê pîrozbahiyekê li dar bixin.   * 6`'ê Adarê dê çerxerêyek were destnîşankirin û jin dê li hev bicivin da ku porê xwe bikin kezî. Her wiha dê şano li kolanan ji hêla jinên ciwan ve were pêşkêşkirin.   * 7'ê Adarê dê amadekariyên pîrozbahiya 8`ê Adarê werin kirin û jinên ciwan dê broşûrên li ser kezî û girîngiya wê ya dîrokî ji bo Kurdan belav bikin.   * 8'ê Adarê dê pîrozbahiyeke navendî li Stadyuma Beledî ya li Hesekê were lidarxistin.   Her wiha dê li Dirbêsiyê jî 1"ê Adarê, li Zirganê 1`ê Adarê, li Hesekê 2`yê Adarê, li Til Temirê 7`ê Adarê û li Kampa Waşokanî û Serêkaniyê 5'ê Adarê civînên têkildarî dîroka 8’ê Adarê werin lidarxistin."