Li Edeneyê çalakiya xeleka jinan 2026-02-28 14:58:59   NAVENDA NÛÇEYAN - Platforma Jinan a Edeneyê di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de bi avakirina xeleka jinan xwepêşandanek li dar xist.   Platforma Jinan a Edeneyê li ser pira Taşkopru xwepêşandanek li dar xist û di çarçoveya 8'ê Adarê de pîrozbahiyên Roja Jinan a Cîhanê de çalakiya xeleka jinan li dar xist. Jinên ku pankartek bi nivîsa "Jin, jiyan" li ser pirê daliqandin, ji bo balkişandina ser îstismara kedê cilên ji pîşeyên cûrbecûr li xwe kirin. Daxuyaniya çapemeniyê ji hêla endama platformê Baran Oner ve hate xwendin.   Maf di bin êrîşê de ne   Baran Oner diyar kir ku piştî erdhejê barê lênêrînê yê zêdebûyî li ser milên jinan hatiye hiştin ku krîzên aborî û polîtîkayên neoliberal herî zêde bandorê li jinan dikin û tekez kir ku jin di karên ne ewle, nefermî û kêm-mûçe de têne xebitandin ku ew ji mafê wekheviya mûçeyê ji bo karê wekhev bêpar in. Baran Oner bal kişand ser kuştina jinan û şîdeta li dijî jinan û diyar kir ku vekişîna ji Peymana Stenbolê û bêbandorkirina Qanûna Hejmar 6284'an jin bêparastin hiştine, polîtîkayên baviksalar û gotinên nefretê berbelav dibin û mafên ku jinan bi zehmetî bi dest xistine hedef tên girtin.    Daxuyanî bi govenda li ber erbaneyê bi dawî bû.