Mexmûr bi ruhê pêşwazîkirina 8’ê Adarê hat xemilandin 2026-03-01 15:30:57     NAVENDA NÛÇEYAN - Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûrê (TJCM) di çarçoveya rêzeçalakiyên 8’ê Adarê de kolanên wargehê xemilandin.   Jinên wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi ruhê têkoşîna 8’ê Adarê îsal jî dest bi rêzeçalakiyên pêşwazîkirina 8’ê Adarê kirin. Jinên wargehê, ji destpêka mehê ve dest bi xemilandina wargehê dikin heta roja pîrozbahiya 8’ê Adarê, kolanan bi rengê jinan dixemilînin û wargehê bi hewaya biharê xweşik dikin.   Îro jî di çarçoveya rêzeçalakiyên 8’ê Adarê de ku beriya çend rojan ji aliyê Meclîsa Îştar ve starta çalakiyan hatibû dayîn, endamên Tevgera Jinên Ciwan a Mexmûrê (TJCM) li nava kolanên wargehê geriyan û wargehê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên Meclîsa Îştar û Jinên Ciwan xemilandin.