Wê li Sûriyêye ji bo Kurdan nasname bên dayîn 2026-04-01 20:31:06           NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Hundirîn a Sûriyeyê ragihand ku wê ji 6ˊê Nîsanê ve nasname ji bo kesên ku nasnameya wan tune ye derxin.   Wezareta Hundirîn a Sûriyeyê bi rêya malperên xwe yên fermî diyar kir ku komîte û navendên pejirandî dê li parêzgehên Şam, Heleb, Hesekê, Reqa û Dêrazorê dest bi wergirtina daxwaznameyan bikin, da ku kar û xebat bi rêkûpêk bimeşin û barên li ser welatiyan kêm bibin.   Wezaretê ragihand ku qonaxa yekem li ser wergirtina daxwaznameyan û kontrolkirina belge û îsbatên pêşkêşkirî li gorî prosedurên qanûnî yên têkildar e, ji bo amadekariya temamkirina prosedurên pêwîst a dayîna hemwelatîbûnê.   Serokê hikumeta Sûriyeyê Ehmed El Şeri di 16ˊê Çileyê de fermana qanûnî ya hejmara 13ˊyan a sala 2026ˊan derxist. Di naverokê de hat gotin welatiyên Kurd beşek resen ji gelê Sûriyeyê ne, nasnameya wan a çandî û zimanî beşek ji nasnameya neteweyî ya Sûriyeyî ya pirreng û yekgirtî ku nayên parçekirin e.