Ji bo kesên li Xelfetiyê jiyana xwe ji dest dabûn dar hatin çandin 2026-04-02 22:13:51   RIHA - Ciwanên Rihayê bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gundê Zexelê ya Xelfetiyê ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dar çandin.   Ciwanên Rihayê bi boneya 77 saliya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gundê Zexalê ya navçeya Xelfeti ya Rihayê dar çandin. Li cihê dar hatin çandin wêneyên Mahsûn Karaoglan û Mustafa Dag ku di 4’ê Nîsana 2009’an de di dema êrişa lêşkeran de jiyana xwe ji dest dabûn hatin daliqandin. Dar cihê ku Mustafa Dag û Mahsûn Karaoglan lê hatibûn kuştin hatin çandin.