Jî bo rojbûna Rêberê Gelê Kurd dar hatin çandin 2026-04-04 13:42:26   COLEMÊRG - Li Colemêrgê, li goristana Serê Solanê ku gerîlayên HPG, YPG û YJA Starê lê hatine definkirin, jî bo rojbûna 77emîn a Abdullah Ocalan şitl hatin çandin.   Rêxistina Bajarê Colemêrgê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî), Dayikên Aştiyê û Parlamenterê DEM Partiyê yê Colemêrgê Vezîr Coşkun Parlak beşdarî çandina şitlên li "Goristana Bêkesan" a li Serê Solanê ya Colemêrgê bûn.   Piştî kêliyek rêzgirtinê, çandina şitlan bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe" û "Rojbûna te pîroz be Serok Apo" dest pê kir.