Di rojekê de 3 jin hatin kuştin 2026-04-08 11:58:19   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Stenbol û Enqereyê 3 jin hatin kuştin. Jinek jî birîndar bû.   Ji ber cîbicînekirina mekanîzmayên pêşîlêgirtinê û poîtîkayên îktîdara AKPê, tundiya li dijî jinan her ku diçe zêde dibe.    Enqere   Çawişê pispor ê teqawid R.B. ku li navçeya Sîncanê ya Enqereyê dijî, hevjîna xwe D.B. û keça xwe I.N.B kuşt û piştre xwe kuşt. Li ser agahdarkirinê, komên tenduristî û polîsan sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Hat zanîn ku di êrişê de keça malbatê S.B. jî birîndar bûye. S.B. piştî mudaxileya ewil sewqî nexweşxaneyê hat kirin.    Têkildarî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.   Stenbol    Kesê bi navê S.H. jî li navçeya Çekmekoy a Stenbolê dayika xwe M.H. kuşt. Piştî agahdarkirinê, komên tenduristî û polîsan sewqî cihê bûyerê hatin kirin.    Hat zanîn ku M.H. li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest daye û faîl hatiye binçavkirin.