Li Edeneyê ji bo Dîlan Ozturk çalakî 2026-04-13 19:39:22   EDENE - Platforma Jinan a Edeneyê der barê Dîlan Ozturk ya ji aliyê mêrê dest jê berdabû ve bi giranî hat birîndarkirin daxuyanî dan û polîtîkayên bêcezahiştinê protesto kirin. Platformê wiha got: “Jin gilî dikin, parastinê daxwaz dikin. Gelo çima dosyayê wan davêjin aliyekî?Em Platforma Jinan a Edenê heta edalet pêk neyê têkoşîna xwe wê bidomînin û şopdarê pêvajoya Dîlanê bin.”   Platforma Jinan a Edeneyê der barê Dîlan Ozturk ya ji aliyê mêrê dest jê berdabû ve bi giranî hat birîndarkirin, li Parka Înonu daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de hat daiykirin ku tevî biryara parastinê jin tên qetilkirin û tundiya li ser jinan bi polîtîka bêcezahiştinê bê ceza tê hiştin.   Li ser navê girseyê Zelîha Korkmoz daxuyanî xwend û da zanîn ku ji ber çeka destê gumanbar de neteqiyaye Dîlan Ozturk niha dijî û got: “Piştî êrîşê gumanbar bi giranî birîndar dibe û bi wesayîtê bi ser Dîlan Ozturk ve wesayîtê dajo. Ev teşebusa qetilkirinê ye. Jin gilî dikin, parastinê daxwaz dikin. Gelo çima dosyayê wan davêjin aliyekî?Em Platforma Jinan a Edenê heta edalet pêk neyê têkoşîna xwe wê bidomînin û şopdarê pêvajoya Dîlanê bin.”