Li Wanê mirina bi guman a zarokekî 2026-04-14 10:41:52   WAN - Zarokê 17 salî Boran Oner ku li Artemêtê ketibû Gola Wanê, cenazeyê wî hate dîtin.    Zarokê bi navê Boran Oner ê 17 salî, li navçeya Artemêtanê ya Wanê ketibû Gola Wanê. Li gorî agahiyan, duh bi şev li ser îxbareke ku digot kesek ketiye golê, polîs, cendirme û komên rizgarkirinê li cihê bûyerê hatin sewqkirin. Piştî bûyerê di tevahiya şevê de xebat hatin meşandin. Di encama xebatan de cenazeyê Oner hate dîtin.    Cenaze, ji bo karûbarên otopsiyê şandin nexweşxaneyê.    Hêj nehatiye zelalkirin ka bûyer çawa qewimiye û têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin.