Dayika Gulîstan Doku: 6 sal in derdê xwe ji çiya û keviran re vedibêjim 2026-04-16 12:25:56   DÊRSIM - Sekna li ber edliyê ya malbata Gulîstan Doku berdewam dike. Dayika Gulîstan Doku Bedriye Doku got, “6 salin ez diçim û têm. Min derdê xwe ji dar, çiya, kevir û sewalan re vegot” û xwest ku walî Tuncay Sonel bê girtin.   Di dosyeya xwendekara pola 2’yem a Zanîngeha Munzurê Gulîstan Doku de 13’ê Nîsanê pêşketinek çêbû. Di encama pêşketinan de kurê Waliyê Dêrsîmê Tuncay Sonel, Mustafa Turkay Sonel jî di navê de 13 kes hatin binçavkirin. Îfadeyên 13 kesên hatin binçavkirin hîn berdewam dikin. Di dosyeyê de polîsê berê îtîrafkar Gokhan Ertok jî di navê de 4 kes sewkî edliyê hatin kirin. Li bendê ye ku ji aliyê serdozgeriyê ve îfadeyên wan bên girtin.   Sekna malbatê ya li ber edliyê jî berdewam dike.   ‘Min derdê xwe ji her derê re got’   Dayika Gulîstan Doku Bedriye Doku, ji ber tiştên ku jiyaye îsyan kir û got, “Min nedixwest te ji xew şiyar bikim.. Çi anîn serê te? Tuncay Sonel hemû tişt kir. Divê demildest bê girtin. Fîlm amade kirine. Tuncay Sonel ji keça min çi xwest? Xeyalên keça min hebûn. Keça min dê ji xwe re kreş vekira. Keça min ji zarokan gelek hez dikir. Ger ku bijiya dê niha bibûya mamoste. Wîcdanê we çawa qebûl dike. 6 sal in ez têm û diçim. Derdê xwe ji dar, çiya, kevir û sewalan re dibêjim.”   Ji malbatê bertek   Bedriye Doku bertek nîşanê parêzerê ku kiryaran diparêze da û wiha domand, “Wîcdanê we çawa vê qebûl dike? Divê ew parêzer dev ji parastina wan berde. Were li dilê min binere. Di dilê min de agirekî mezin heye. Werin vî agirî vemirînin.”   Bedriye Doku, destnîşan kir ku heta hestiyên Gulîstan Doku bên dîtin û Tuncay Sonel bê girtin dê li ber edliyê be.