TJA: Bila aqubeta Gulistan Dokû zelal bibe 2026-04-16 15:48:23   NAVENDA NÛÇEYAN - TJA'yê di daxuyaniyeka derbarê doza Gulistan Dokû de wiha got, "Pirsa 'Gulistan Dokû li ku ye?' ne tenê pirsa windabûnê ye. Pirsa gelo edalet li dewletê heye yan na ye."   Tevgera Jinên Azad (TJA) li gelek bajaran daketin kolanan û derbarê pêşketin û binçavkirinên nû yên di doza Gulistan Dokû de daxuyanî dan. Jinan di daxuyaniyên xwe de diyar kirin ku her kesê ku di misogerkirina edaletê de nikaribe edaletê pêk bîne, şirîkê vê tariyê ye.   Şirnex   TJA'yê li navçeya Cîzîrê ya Şirnexê derbarê doza Gulistan Dokû de civîneke çapemeniyê li dar xist. Gelek kes beşdarî civîna çapemeniyê ya li ber Dadgeha Cîzîrê bûn. Wêneyên Gulistan Dokû û Rojîn Kabaiş hatin hilgirtin û pankartek bi nivîsa "Ji bo Gulistan Dokû edalet" hate vekirin.   Daxuyanî ji aliyê ji Rêveberiya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Cîzîrê Yasemin Îneç Alkan ve hate xwendin.   Civîna çapemeniyê bi çepik û dirûşmeyên wekî "Kuştinên jinan siyasî ye", "Heq hiqûq edalet" bi dawî bû.   Riha   TJA'yê li ber Dadgeha Rihayê derbarê geşedanên nû yên doza Gulistan Dokû de civîneke çapemeniyê li dar xist. Gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn.    Daxuyanî, ji aliyê Başak Saridal a TJA'yî ve hate xwendin.   Wan   Komeleya Jinên Star li ber Dadgeha Wanê civîneke çapemeniyê li dar xist. Gelek jin beşdarî civîna çapemeniyê bûn, pankartek bi nivîsa "Kuştinên jinan siyasî ne" hat hilgirtin.   Daxuyanî ji hêla, rêvebera Komeleya Jinan a Starê Sibel Avag ve hate xwendin.   Civîna çapemeniyê bi dirûşmeya "Jin, jiyan, azadî" bi dawî bû.   TJA'yê di metna hevpar de got:"Divê ev were zanîn. Em ê vê tariyê qebûl nekin. Em bêdeng namînin. Em natirsin. Em îtaet nakin. Heta ku Gulistan Dokû neyê dîtin, heta ku rastî neyê eşkerekirin, heta ku sûcdar neyên darizandin, em ê dev ji vê dozê bernedin. Ji ber ku em dizanin: Edalet an ji bo her kesî ye an jî ji bo kesî nîne. Û em ê ji bo her kesî edaletê bixwazin. Gulistan Dokû li ku ye? Çi bi serê Gulistan Dokû hat?"