Lêpirsîna Gulistan Dokû: Kurê min zane lê ji ber ditirse naaxive 2026-04-16 18:31:18   DÊRSIM – Celal Altaş ku di çarçoveya lêpirsîna Gulistan Dokû de hatibû binçavkirin û îfadeya wî ji aliyê cendermeyan ve hatibû dayîn, qala kurê xwe Umut Altaş kir û got, “Kurê min tiştekî dizane, lê tiştekî nabêje. Min tiştek nedîtiye, lê kurê min bi eşkereyî şahidî kiriye. Min heta gelek caran wî hişyar kir ku bibe şahidê veşartî.”   Di çarçoveya lêpirsîna Gulistan Dokû de kurê Waliyê Dêrsimê yê wê demê Tuncay Sonel, Mustafa Turkay Sonel hevalê wî Umut Altaş reviya Emerîkayê, bavê wî Celal Altaş hat binçavkirin. Di qereqola Cendirmeyan a Mazgîrtê de îfadeya ku da, derket holê.   ‘Piştre min fêm kir ku ew tirkiyakê bi kar tîne’   Celal Altaş diyar kir ku kurê wî Umut Altaş bi Mustafa Turkay Sonel re hevalê nêzîk bûne û Gulistan Dokû nas nake. Celal Altaş îdia kir ku kurê wî ji ber şert û mercên nebaş ên wê demê li Tirkiyeyê, derketiye û çûye Emerîkayê da ku tevlî kurê xwe yê din Sîdar Altaş bibe û piştî derketinê pênc salan nekariye vegere ji ber ku nedikare bikeve welêt û ne jî derkeve. Celal Altaş diyar kir ku ev 4-5 meh in ew nikare bi kurê xwe re bi jimareya têlefonê ya ku bikar tîne biaxive û got, “Ji ber ku ez difikirim ku Umut li Emerîkayê tevlî tiryakê bûye. Ez gelek caran bi kurê xwe yê din Sîdar re diaxivim ku li Dewletên Yekbûyî ye, lê ew jî  rewşa Umut nizane û ji wî tiştek nebihîstiye. Umut heta dema ku li Dêrsimê bû jî tirkiyakê bikar dianî. Min bi xwe nedît, lê piştî ku ew çû Emerîkayê min ji hevalên wî bihîst.”   Celal Altaş diyar kir ku ew nizane çima Gulistan Dokû winda bûye an çi bi serê wê hatiye û got ku kurê wî bi gelemperî bi Mustafa Turkay Sonel û hevalên wî yên din re li kafe û saziyên li taxa Ataturkê derdiket. Celal Altaş bi lêv kir ku ew nizane kurê wî çûye navenda ciwanan ku telefona Gulistan Dokû û telefonên gumanbaran di heman demê de sînyalan dane an na.   Şahidê veşarî îdia dike tecawizî Gulistanê hatiye kirin   Celal Altaş her wiha li ser îdiayên şahidekî veşartî yên der barê Gulistan Dokû de jî hate pirsîn. Di îfadeyê de hat îdiakirin ku Gulistan Dokû, Mustafa Turkay Sonel, hevalekî Gulistan Doku û Umut Altaş şevekê çûne Navendeke Ciwanan, li wir Gulistan Doku rastî tecawizê hatiye û rastî tundiyê hatiye. Şahidê veşarî her wiha îdia kir ku Gulistan Doku ji ber tecawizê ducanî bûye.   Celal Altaş derbarê îfadeya şahidê veşarî ya derbarê kuştina Gulistan Doku ya ji aliyê Mustafa Turkay Sonel ve li herêma Rostan-Dînarê ya nêzîkî Viyaduka SariSaltukê û veşartina cenazeyê wê ji aliyê Şukru Eroglu û cerdevanekî ve û got, “Li gorî agahiyên ku min ji kurê xwe wergirt, Mustafa Turkay wê demê çek hilgirtibû. Min ti agahî ji kuştina Gulîstan Doku tune. Min tiştek di derbarê kirina sûc de veneşartiye.”   ‘Bi vê çekê min yek kuşt’   Celal Altaş ku îdia kir ku tu têkiliya wî bi bûyerê re tune ye û wiha domand, “Derbarê Umut de, min di axaftinên me yên telefonê de çend caran jê pirsî û wî ji min re got, ‘Ez wî nas nakim, ti agahî li cem min tune ye û min şahidiya tiştekî nekiriye.’ Lê rojekê, nêzîkî 3-4 meh berê dema ku ez û kurê min bi telefonê diaxivîn û min bi israr jê pirsî gelo wî tiştek dîtiye an jî tiştek dizane, wî got, ‘Rojekê, Mustafa Turkay çeka xwe derxist û got, ‘Min bi vê çekê gule li kesekî reşand.’ Di axaftineke din de, wî got, ‘Pere ji min re bişînin, gef li min dixwin, pêdivîya min bi mîqdareke mezin a pereyan heye.’ Heta wî di dema axaftinê de bi hêrs telefon qut kir. Dibe ku ji bo kirîna tiryakê pere xwestibe, lê ez fêm nakim çima gef li wî dihat xwarin. Dema min ji kurê xwe pirsî gelo wî tiştekî berbiçav dîtiye an şahidî kiriye, wî tenê evqas got.”   ‘Ez difikirim ku kurê min ji kesî re negotiye ji ber ku ew ditirsiya’   Yek ji beşên herî balkêş ên îfadeyê nirxandina li ser kurê wî bû. Gumanbar got, “Kurê min tiştan dizane, lê ji ber ku ditirse naaxive. Wî diyar kir ku di nav malbatê de jî nêrînek wisa çêbûye û got, “Em difikirin ku ew ji tiştekî ditirse. Kurê min nikarîbû kesî bikuje, lê dibe ku wî tiştek dîtibe.”