Di navbera mabata Gulistan Dokû û malbata gumanbar de nîqaş derket 2026-04-17 00:12:22   DÊRSIM – Li Dadgeha Dêrsimê di çarçoveya lêpirsîna Gulistan Dokû de pêvajoya lêpirsînê berdewam dike. Di navbera malbata Gulistan Doku û xizmên gumanbar Savaş Gulturk ê ku li dozgeriyê îfadeya wî tê girtin, nîqaş derket.   Ji 13 kesên ku hatin binçavkirin ji wan 4 kesên ku di çarçoveya lêpirsîna xwendekara Zanîngeha Munzurê Gulistan Doku de li dadgehê îfadeyên wan tên girtin. Li ber dadgehê di navbera malbata Gulistan Dokû û xizmên berpirsyarê qemereyên Zanîngeha Munzûrê Savaş Gulturk de ku lêpirsîna wî berdewam dike, nîqaş derket.   Malbata Gulistan Dokû li ser gotinên xizmên Savaş Gulturk a “Em mexdûr in” bertek nîşan da û mexdûriyeta ku 6 sal in dijîn anîn ziman. Di navbera malbat û xizmên Savaş Gulturk de pevçûna devkî û fizîkî çêbû.   Malbata Gulistan  Doku diyar kir ku xizmên Savaş Gulturk bi gotinan û bi çavtirsandinê gef li wan xwarin. Malbata Gulistan Doku got, “Ew cesaretê ji ku digirin? Em bi tenê edaletê dixwazin.” Malbatê diyar kir ku jiyana wan di xetereyê de ye û daxwaz kir ku gumanbar ji herêma li ber dadgehê derkevin.