Dayikên Şemiyê li aqûbeta xizmên xwe yên winda pirsîn 2026-10-17 13:15:50   STENBOL - Dayikên Şemiyê di hefteya 1125emîn a çalakiya xwe de li aqûbeta Fehmî Tosûn ê ku di 19ê Cotmeha sala 1995an de hatibû windakirin pirsin. Hevjîna Fehmî Tosun, Hanim  Tosun diyar kir ku dewlet çîrokê ji wan baştir dizane û got: “Heke dê qala aştiyê bê kirin, divê di serî de li Qada Galatasarayê binêrin. Em windayên xwe dixwazin.”   Dayik/Mirovên Şemiyê bi daxwaza “Bila windakirî werin dîtin, kujer bên darizandin” di hefteya 1125emîn de li Qada Galatasarayê ya Stenbolê çalakiya xwe ya heftane li dar xistin. Dayikên Şemiyê, endam û rêveberên ÎHDa Stenbolê û gelek parêzvanên mafên mirovan tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên windakiriyan hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de kujerên Mecît Baskin ê di sala 1993yan de li Enqereyê hatibû binçavkirin û kuştin, pirsîn.   Metna daxuyaniyê ji aliyê Mirova Şemiyê Îkbal Eren ve hate xwendin.   ‘Ew ê min bikujin’   Îkbal Eren anî ziman ku ev 31 sal e ew li aqûbeta Fehmî Tosûn dipirsin û wiha axivî: “Di sibeha 19ê Cotmeha 1995an de, Fehmî Tosun (35), bavê pênc zarokan bû û li mala xwe ya li Avcilarê bi hevalê xwe yê nêzîk Huseyîn Aydemîr re taştê dixwar. Piştî taştê, her du heval bi hev re ji malê derketin. Wê êvarê, sê kesên çekdar û bi cilên sivîl, Fehmî Tosun bi wesayîteke Renault a spî ya bi plakaya 34 UD 597 anîn ber mala wî. Dema ku wî hevjîn û zarokên xwe dîtin, qêriya û got, ‘Ew ê min bikujin!’ Ew bazdan ber bi wî ve, lê Fehmî Tosûn bi zorê li wesayîtê siwar kirin û birin. Hanim Tosun tavilê çû Qereqola Polîsan a Avcılarê û revandina hevjînê xwe ragihand. Wê plakaya wesayîtê da û daxwaza mudaxeleyê kir. Le polîsan bi gotina ‘Tiştê ku em karibin bikin tune ye’, tiştekî nekirin. Hanim Tosun û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) hemû tedbîrên qanûnî girtin da ku bûyerê li ber çavan bigirin. Lêbelê, wan girtina Fehmî Tosun înkar kirin. Ji wê rojê ve, ne Fehmî û ne jî Huseyîn Aydemîr, ku ew bi wî re ji malê derket, tu agahî nehatiye girtin.”   ‘Em ê dev ji daxwaza edaletê bernedin’   Îkbal Eren destnîşan kir ku malbat paştî bûyerê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) da û got: “Di doza ku di sala 2003yan de bi encam bûye de, hikûmetê di parastina xwe ya li hember DMMEyê de wiha got, ‘Hikûmeta me ji ber windabûna Fehmî Tosun xemgîn e’. Tevî ku DMME’yê berpirsiyariya dewletê ji bo binpêkirina mafê jiyanê yê Fehmî Tosun qebûl kir jî, hikûmetê di vê dozê de erka xwe yê pêkanîna lêpirsînek bibandor, bi cih neanî. Doz ji ber biryara ne-darizandinê û ji ber demboriyê hate girtin. Herwiha îtîrazên ku hatin kirin jî hatin redkirin. Dosya bi zanebûn ket ber demboriyê. Îro, em careke din bang li rayedarên dadê û siyasî dikin, Êdî bes e. Înkar û bêcezatiyê biqedînin. Erkên xwe yên di çarçoveya qanûna gerdûnî de bi cîh bînin. Di doza Fehmî Tosun de edaletê misoger bikin. Çiqas sal derbas bibin jî, em ê dev ji daxwaza edaletê ji bo Fehmî Tosun û ji bo hemû windahiyên xwe bernedin. Çend sal derbas bibe jî em ê aqûbeta windayan bipirsin.”   ‘Êdî bes e, Qada Galatasarayê vekin’   Hanim Tosûn diyar kir ku dewlet çîroka wan, ji wan baştir dizanê û got: “Êdî qala heqîqetê nekin. Çima îro em li pêşiya bariyerên polîsan in. Em li vir behsa aştiyê dikin. Em windayên xwe dixwazin. Êdî bes e. Qada Galatasarayê vekin. Ji me netirsin.”   Çalakî li qadê bi danîna qurnefîlan bi dawî bû.