‘Pêşketinên di pêvajoyê de bersiv nade bendewariyan’ 2026-10-28 09:06:12   WAN - Parlamentera DEM Partiyê ya Mûşê Sumeyye Boz der barê pêvajoyê de xivî û da zanîn ku Rêveberiya Tevgerê gelek gav avêtine û li dijî vê dewlet û desthilatdariyê gavên pêwist navêtine. Sumeyye Boz wiha got: “Piştî Qanûna Çarçoveyî, tê payîn ku gavên şênber yên ji avabûna civaka demokratk û aştiyê re xizmetê dike bên avêtin.”   Pêvajoya ku piştî banga "Aştî û Civaka Demokratîk" ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibata 2025’an de kir dest pê kir, PKK’ê xwe fesh kir û dawî li têkoşîna çekdarî anî, çek şewitandin û vekişiyan. Li dijî gavên ku Abdullah Ocalan û Rêveberiya Tevgerê avêtiye, dewlet û deshtilatdariyê gavên siyasî û hiqûqî yên şênber navêtiye û ev jî pirsnîşnên der barê pêvajoyê de zêde dike. Rol û statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan cihek3i girîng digire û hîna jî ji bo şert û mercên wî yên xebatê bên başkirin tiştek nehatiye kirin.   Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Mûşê Sumeyye Boz der barê  pêvajoyê de axivî û da zanîn k udi vê astê de dewletê biryarbûneke li gorî pêvajoyê nîşan nedaye û got: “Pêşketina pêvajoyê û demokratîkbûn, girêdayê azadiya Abdullah Ocalan û pozîsyona wî ya di kordînatoriya aştiyê û siyasîbûnê ye.”   ‘Pêşketin bersivê nade bendewariyan’   Sumeyye Boz daxuyakirin ku Rêveberiya Tevgerê ji destpêka pêvajoyê de gelek gav avêtine û her tim ji aştiyê re xizmet kiriye û got: “Lê dewletê gavên şênber ku bersivê bide bendewariyan navêtiye. Bêguman Qanûna Çarçoveyî ya ji meclîsê der bas bûye û avakirin alijneyên têkildar hene. Lê hîna di alî civakê de tiştên nezelaliya xwe diparêzin hene û ev jî zirarê dide baweriyê. Li cîhanê di pêvajoyê aştiyê de gavên beramber, wekhev tên avêtin. Lê li Tirkiyeyê konseptek cuda ketiye jiyanê. Rêveberiya Tevgerê gavên pêwist avêt. Lê heman biryarbûn ji aliyê desthiltadariyê ve tuneye. Pêşketin bersivê nade bendewariyan.”   Demokrasiya herêmî   Sumeyye Boz anî ziman ku di pêvajoyê de geşedanên girîng hatine jiyîn û got: “Hebûna Qanûna Çarçoveyî, di meclîsê de erêkirin, di meclisê de avakirina komîsyonê, hevdîtina komîsyonê ya bi Birêz Ocalan re ev hemû mijarên girîng in. Lê divê bê îfadekirin ku ev ji demokratîkbûn, aştî û bendewariyan hinekî dûr in. Ji bo pêşxistina vê divê gavên şênber yên ji civaka demokratîk û aştiyê re xizmetê dikin bên avêtin. Divê demorkasiya herêmî, îradeya herêmî dewrê gel bêkirin. Divê dest ji qeyûman berdin.Divê hevşaredar radestê peywira xwe bên kirin. Divê desthilatdarî li derdora xwe pêvajoyê mayînde bike. Dicê pêvajo civakî bibe. Ji bo avakirina baweriyê divê gavên şênber bên avêtin.”   Sumeyye Boz wiha dawî li axaftina xwe anî: “Çarçoveya pêvajoyê de aliyekî hevdîtinan Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Ji ber vê jî divê hevdîtin di şertên wekhev de bimeşin. Ji ber bervê azadiya Abdullah Ocalan yek ji mijara herî girîng a pêvajoyê ye. Divê şert û mercên azad ên xebatên bê avakirin.  Divê kordînatorî û statiya Abdullah Ocalan a di pêvajoyê de bê nasîn.”