Halide Turkoglu: Çiqas budçe ji bo jinan tê veqetandin? 2026-10-28 15:08:06   SEMSÛR - Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halide Turkoglu di hevdîtinek jinan a li Bulam a Semsûrê de li ser pirsgirêkên ku jin pê re rû bi rû dimînin axivî û got, "Çiqas budçe ji bo hêzdarkirina jinan an jî ji bo sivikkirina fikarên wan ên li ser pêşerojê tê veqetandin? Divê em ji bo van hemûyan hesab bipirsin."   Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li bajarokê Bulamê yê navçeya Çelîkhan a Semsûrê bi jinan re hat gel hev. Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halide Turkoglu beşdarî civîna ku li Cemeviya Bulamê pêk hat bû.   Halide Turkoglu diyar kir ku çiqas budçe ji bo hêzdarkirina jinan an jî ji bo sivikkirina fikarên wan ên li ser pêşerojê tê veqetandin û got:" Divê em ji bo van hemûyan hesab bipirsin."   ‘Em naxwazin karê tûtînê bikin’   Piştre jinên bajarok axivîn û bal kişandin ser pirsgirêkên bajarokê Bûlamê û gotin: “Em jî naxwazin karê tûtinê bikin. Em dizanin ku tûtin çiqas zirarê dide. Lê belê çavkaniyeke din a debarê nîn e. Bûlam cihekî biçûk e lê ji bo ciwanên me qadeke xebatê dikare bê avakirin. Ji ber ku nayê avakirin, ciwanên me neçar dimînin biçin bajarên din. Ew neçar dimînin ku ji axa xwe qut bibin. Em dixwazin li ser axa xwe bixebitin û debara xwe bikin. Lê ew jî bi mesref e.”   Hevdîtin piştî beşa pirs û bersivan bi dawî bû.