Hevşaredara Pasûrê ya berê Sadiye Suer hat girtin 2026-11-02 17:29:13   ANTALYA - Hevşaredarê barê ya navçeya Pasûrê ya Amedê Sadiye Suer, bi hinceta ku “heqaret li Serokkomar kiriye” li Antalyayê hat girtin.   Sadiye Suera a ku di hilbijartinên herêmî yên sala 2014’an de ji lîsteya Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) wekî Hevşaredara navçeya Pasûrê ya Amedê hatibû hilbijartin. Derbarê Sadiye Suerê de ji ber axaftineke ku di dema serokatiya xwe de kiribû û bi angaşta “hakaret li Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan” kiriye li Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Pasûrê doz lê hatibû vekirin û di encama dozê de 2 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn. Ev doz li ser gilîkirina Qeymeqam Fatîh Dûlgeroglû yê ku wekî Qeymeqam li şûna Şaredarê Pasûrê yê BDPî Metîn Dînar ê ji peywirê hatibû dûrxistin, hatibû tayînkirin, hatibû vekirin. Qeymeqam Dûlgeroglû angaşt kiribû ku Suer di civîneke meclîsa şaredariyê de destê wî negirtiye û ji bo Serokkomar gotina “mûnafiq” bi kar aniye.   Tu agahî nehatine parvekirin   Polîsan bi rêya telefonê malbata Sadiye Suer a ku li Antalyayê dijîn geriyan û gotin ku derbarê Sadiye Suer de biryara girtinê derketiye û divê biçe Edliyeyê îmzeyê biavêje. Lê Suer a ku çûye Edliyeya Antalyayê hat girtin û ew şandin girtîgehê. Parêzerê Suerê jî diyar kir ku derbarê mijarê de hê tu agahî negihîştine ber destê wan û da zanîn ew nizanin bê ka dê Suer çiqas di girtîgehê de bimîne.   Derbarê bûyerê de   Sadiye Suer di 5ê Kanûna Paşîn a 2017an de ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve ji peywirê hatibû dûrxistin û li şûna wê qeyûm hatibû tayînkirin. Piştî ku hatibû girtin, ji bilî vê dozê, li Dadgeha Cezayê Giran a 8an a Amedê jî bi angaştên “endamtiya rêxistinê” û “propaganda rêxistinê” doz lê hatibû vekirin. Di van dozan de bi giştî 9 sal û 2 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn. Suer piştî ku pakêta nû ya reformê ya darazê bû qanûn, di 2’yê Mijdara 2019’an de hatibû berdan.