Li Rihayê zarokek du roj in winda ye 2026-11-05 10:39:26   RIHA -Li navçeya Haranê du roj in agahî ji Abdulkadîr Gunduz ê 12 salî nayê girtin.   RIHA - Du roj in agahî ji Abdulkadîr Gunduz ê ku li taxa Bugdaytepe ya navçeya Haran a Rihayê dijiya nayê girtin. Hat diyarkirin ku Abdulkadrî Gunduz du pitî ku nîvro ji dibistanê derketiye nehatiye malê û piştî wê malbata wî ji bo ku bê dîtin serî li komêntendirustî û emniyetê da.   Li ser giliyê malbatê ku hat kirin ji bo ku Abdulkadîr Gunduz bê dîtin lêgerîn hat destpêkirin lê hîna tu agahî jê nehatiye girtin.