Gulîstan Kiliç Koçyîgît: Ji bo em bibêjin hertiş bi rêk û pêk e divê gav bê avêtin 2026-11-05 13:29:43   ENQERE -Cîgira Serokê Koma DEM Partiyê, Gulîstan Kiliç Koçyîgît, got: “Divê bê fêmkirin ku rewş ne baş e, her çend îdia bin ku her tişt bi rêk û pêk e jî ji bo ku em bikaribin bibêjin her tişt bi rêk û pêk e, divê gavên berbiçav bên avêtin.”   Grûpa parlamenterî û rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partiyê), bi boneya salvegera ‘darbeya’ 4'ê Mijdarê, li pêşiya Wezareta Dadê daxuyaniyeke çapemeniyê dan. Yekem kesê ku axivî, Cîgirê Serokê Koma DEM Partiyê Sezai Temelli bû.   Di axaftina xwe de Sezaî Temellî bal kişand ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û ev tişt anî ziman: “Tirkiye bi tecrîda 27 salan a li dijî birêz Ocalan hat vê rewşê. Lê niha em di pêvajoyeke re derbas dibin. Dayikên Aştiyê jî bi daxwaza aştiyê hatin vir û peyameke girîng dan. Em jî dixwazin êdî dawî li sepanên darbeyê bên û astengiyên pêşiya aştiyê bên rakirin. Dayikên Aştiyê di serdana Wezareta Dadê de daxwaza serîledana Îmraliyê kir. Me jî kir. Birêz Ocalan muzakerevanê serekê yê vê pêvajoyê ye. Em li vir bang dikin ku Wezaretê Dadê van dosyayan bixe meriyetê. Em jî li vir bang dikin, rêya aştiyê ji Îmraliyê derbas dibe. Deriyên Îmraliyê vebikin.”   ‘Daxwaza aştiyê mezin e lê bawerî tune ye’   Her wiha Gulistan Kiliç Koçyîgît jî da zanîn ku bi banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêvajoyek dest pê kiriye û ev nirxandin kir: “Em li her derê qala girîngiya pêvajoyê dikin. Lê gel ji me dipirse. Dibêjin heta siyasetmedar girtîbin aştî çawa dê bibe. Sepanên qeyim hebin dê çawa bibe. Heta destê dadgehê ser siyasetê ranebe dê çawa bibe. Em jî vê pirsê li vir ji desthilat û Wezareta wê dipirsin. Hê jî girtiyên nexweş nayên berdan. Em vê çawa binirxînin. Yên neliritiya fonan kiriye û pereyê miletê dizîne rastî tiştek nayên lê siyasetmedar ji ber fikir û ramanên xwe tên girtin. Ji bo pêvajo civakî bibe û bawerî çêbibe dikarin destê xwe bixin bin kevir. Daxwaza aştiyê mezin e. Lê bawerî tune ye. Gel dipirse; Em ê çawa ji van sepanên AKPê bawer bin. Wê pergaleke faşîst ava kir û hemû kes girtin, girtîgehan û li dijî aborî, siyaset û hemû qadan darbe kir. Em ê li dijî hemû bêhiqûqiyan bisekinin. Em ê parastina aştî û demokrasiyê bidomînin. Dayikên Aştiyê hatin vir û gotin gav biavejin. Hevdîtin jî kirin. Êdî ne gotin pêdivî bi gavên şênber heye. Girtiyên siyasî berdin, sepanên qeyim bi dawî bikin û hiqûqê serwer bikin.”