Li Fransayê çalakî didomin: Sedhezar dadikevin qadan 2026-11-05 13:57:33   NAVENDA NÛÇEYAN Li Fransayê li ser banga xwepêşandan û grevan a sendîkayan a bi armanca zêdekirina mûçeyan, îstîhdam û parastina xizmetên cemaweriyê tê payîn ku li seranserê welêt bi sed hezaran kes dakevin qadan.   Li Fransayê kedkar, karmend, ciwan îro bi daxwaza zêdekirina mûçeyan, parastina xizmetên cemaweriyê û garantîkirina îstîhdamê beşdarî grev û xwepêşandanan dibin. Tê plankirin ku li sernaserê welêt 252 çalakî û xwepêşandan werin lidarxistin û li gorî rayedaran tê payîn ku li paytext Parîsê di navbera 40 hezar û 80 hezaran de kes  beşdarî meşê bibin.   Li gorî texmînên rayedaran, li bajarên derveyî Parîsê jî wê 500 hezar yan jî 700 hezar kes dakevin kolanan.   Sendîka banga grevên mezin dikin   Yekîtiya di navbera sendîkayan de ku CFDT, CGT, FO, Unsa û FSU pêk tînin, di destpêka meha Cohmetê de bi armanca zêdekirina mûçeyan, parastina xizmetên dewletê, îstîhdam û pîşesaziyê ji bo 5’ê Mijdarê banga greva neteweyî û xwepêşandanan kiribû.   Sendîkayan, ji bilî xebatkarên dewlet û sektora taybet bang li ciwan û teqwidan jî kir ku beşdarî çalakiyan bibin.   Sekretera Giştî ya CGT’ê Sophie Binet, di daxuyaniya xwe ya piştî hevdîtina 21’ê Cotmehê ya li gel hikûmetê de diyar kiribû ku divê têkoşîn derbasî qonaxeeke din bibe û grev wê ji 5’ê Mijdarê û pê ve derkeve pêş. Sekretera Giştî ya CFDT’ê Marylise Leon jî 5’ê Mijdarê weke xaleke girîng a kombûna seferberiyê pênase kiribû.   Tedbîr zêde dibin   Wezîrê Karên Hundirîn ê Fransayê Laurent Nunez diyar kir ku wê ji ber grev û xwepêşandanan li seranserê welêt 70 hezar polîs û cendirme werin wezîfedarkirin.   Berdevkê hikûmetê Maud Bregeon destnîşan kir ku rêveberî gelekî baldar e û got ku ew ê destûrê nedin bûyerên weke tundî û talanê yên di xwepêşandanên 17’ê Cotmehê de pêk hatine   Çalakiya 5’ê Mijdarê, piştî greva karmendan a di 29’ê Îlonê de, xwepêşandanên girseyî yên di 17’ê Cotmehê de û xwepêşandanên di 24 û 31’ê Cotmehê de hatin lidarxistin, tê lidarxistin.   Ji bilî CGT’ê koordînasyona ‘’Êlek Zeran’’ jî ji bo 5’ê Mijdarê banga ‘’5’ê Mijdara gel’’ kiribû.   Li seranserê cîhanê bertekên li dijî bihabûnê    Sendîka û rêvistinên mafparêz ên Fransayê li gel saziyên li Îtalya, Portekîz, Spanya, Belçîka,  Yewnanistan û Brîtanyayê di dawiya meha Mijdarê de li dijî buhabûna jiyanê banga lidarxistina xwepêşandanên koordînekirî jî kiribûn.