Ligel hev pêşerojê ava dikin: Polîtîkaya aştiyê hîna jî bêxwedî ye 2026-11-11 09:04:38   Melek Avci   ENQERE-Akademîsyena Aştiyê Ozgur Sevgî Goral diyar kir ku pêvajoya aştiyê ya bi aktorên siyasî sînor maye û civakî nebûye û got: “Her tişt, li em çi çiqas ava dikin, dinêre. Polîtîkaya aştiyê hîna jî bêxwedî ye.”   Bi pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re, li Tirkiyeyê aştî tenê bi bidawîbûna pevçûnan sînor nema û dînamîka esas a di avakirina jiyana civaka azad û demokratîk de ye. Di vê pêvajoyê de jin di konferansa ‘Jin têne gel hev û pêşerojê diaxivin’ de hatin gel hev û di avakirina aştî û civaka demokratîk de rol û girîngiya jiyana hevpar nirxandin. Konferansa ku ji aliyê cuda akademîsyen, nivîskar û siyasetmedar tevli bûn, ji bo mayîndebûna civakî zemîna hevpar ava kir.   Akademîsyena aştiyê û aktîvîst Ozgur Sevgî Goral der barê rola  akademî û çapemeniyê ya di aştî û demokratîkbûnê de axivî.   Rojnamegeriyeke ji aştî û hêviyê re qadê vedike   Ozgur Sevgî Goral balkişand ser zimanê çapemeniyê ya li Tirkiyeyê û anî ziman ku di avakirina jiyana hevpar de rol dikeve ser rojnameger û rojnamegeriyê û got: “Çapemeniyeke tuneye. Gelek saziyên çapemeniyê yên cuda hene. Yên alîgir, yên wekhev û azad, yên li alî têkoşîna rizgariyê, yên bi wê perspektîfê weşanê dikin. Yên ji bo aştiyê rojnamegeriyê dikin û bedelên giran dane hene. Li Tirkiyeyê di 10 salên dawî de çapemenî bi awayekî cidî hedef hat girtin. Azadiya fikir û ramanê hedef tê girtin. Ev jî nîşan dide ku hîn bêtir kar û bar dikeve ser milê çapemaniya alîgirê jiyana hevpar, wekhev a nû.”   Em ê bikaribin hinek tiştan ava bikin?   Ozgur Sevgî Goral daxuyakirin ku ji bo avakirina jiyaneke hevpar û demokratîkbûnê hewce bi zimanekî çapemeniyê heye û wiha got: “Kesên jiyana hepar dixwazin wê vê xurt bikin. Pêvajoyek aştiyê ya îdeal hebûna, ji bo vê derfetên têr hebûna, gelek tiştên bê gotin jî hebûn. Mekanîzma hene û ya girîng avakirina jiyanek hevpar a nû ye. Em di pêvajoyek zehmet de ne. Kapîtalîzm bi hemû tundiya xwe diçewisîne. Di pêvajoyeke ku krîzên nîjadperestî, mêr, ekolojîk û gelek tiştên din de ev pêvajo hat destpêkirin û bi hewldana tevgera Azadiyê dest pê kir. Di qadek teng a jeopolîtîk de didome. Ji ber vê jî li gorî min em ê zêdetir mekanîzmayên fermî nebînin. Gelo em ê bikaribin bi hev re tiştekî bikin? Lê bi cidiyet, bi anîna gel hev a hemû aliyan û avakirina polîtîkayeke azadixwaz.”   ‘Divê rêbazên nû hebin’   Ozgur Sevgî Goral daxuyakirin ku ji bo avakirinê hewce bi rêbazên nû û afrîner heye û wiha dirêjî dayê: “Divê em rêbazên berê dubare nekin. Mînak ev konferans xweş bû lê ne tenê bi forma konferansê. Divê bi awayên cuda bi lêgerînên cuda em bên gel hev. Çapemeniya azad vê dike. Wek çapemeniya jinê hinek tiştan dike jiyanê, gotina jinan belav dike. Divê ev bi tifaq û rêbazên cuda bên fikirîn.”   Di pêvajoyê de zêdetir aktorên siyasî diaxivin   Ozgur Sevgî Goral wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rexneyên wekî di pêvajoyê de zêdetir aktorên siyasî diaxivin hene. Ez tevli van rexneyan dibim. Ev tespîtek girîng e. Di pêvajoya 2013-2015’an de li gorî min mekanîzmaya hestên xurt afirî bûn. Nîqaşên zindî hebûn. Îro jî ev pêvajo heye û bi riya diyalog û muzakereyê tê meşandin û ez girîng dibînim. Lê vê carê kelecan nehat afirandin. Hestên xurt neafirand. Civakîbûna pêvajoyê tê wateya ku her kes di jiyana rojane de bi bandor bûye. Lê hikûmet vê ji hev cuda dike. Bêguman em ê dewletê bidin zorê. Ez nabêjim em dest jê berdin lê divê em hêza xwe bidin ku derê? Ez têkoşînê bi tevgerên tabanê, kooperatîf, însiyatîfên ekolojîk, tevgerên jinan, LGBTÎ, çapemeniyê dibînim. Derfet têkoşîna li jêr tê meşandinê ye.”   ‘Akademî ji ber zextên jor xwe dûr digire’   Ozgur Sevgî Goral balkişand ser rola ku akademî di civakîbûna pêvajoya aştiyê de dilîze û wiha domand: “Tecrubeya akademîsyenên aştiyê, şikestinek fikrî ya girîng afirand. Ez akademîsyena aştiyê me lê Beriya Îmzevanên Aştiyê di 2008’an de ji karê xwe yê Zanîngeha Yildiz Teknîk hatim avêtin. Demek dirêj e li zanîngehên Tirkiyeyê naxebitim. 8 sal in li Fransayê dikim. Îmzevanên aştiyê mînakek girîng e. Em bi giştî bi encamên wê yên neyînî diaxivin em mafdar in jî. Ji ber tabloyek neyînî hebû lê di heman demê de tecrubeya Îmzevanên Aştiyê jî şikestinek girîng temsîl dike. Me wê demê îmze avêt ‘Em nabin hevkarê vî sûcî’. Niha li akademiya Tirkiyeyê hevpîşeyên min yên girîng hene. Ji bo akademiyek cuda têdikoşin. Tevî hemû zor û zehetiyan me lîteraturek kolektîf ava kir. Ez vê girîng dibînim. Ya duyemîn jî ji ber pêvajoya civakîbûna aştiyê şûnde maye, gelek hevalên me yên ku zanînê diafirînin jî xwe şûnde digirin. Ji ber rewşa zextê yên jor xwe şûnde digirin.  Em deriyê mîlîtarîzmê şûnde bixînin em ê bikaribin her derî vebikin. Divê em di yekitiyê de israr bikin. Di hevkariyê de israr bikin. Wisa bibe em ê cudahiyan jî biafirînin. Pêvajoya aştiyê bi aktorên siyasî sînor maye û civakî nebûye. Her tişt, li em çi çiqas ava dikin, dinêre. Polîtîkaya aştiyê hîna jî bêxwedî ye.”