Kujerê Leyla Uren hat girtin

  • 12:01 23 Mijdar 2024
  • Rojane
 
RIHA - Leyla Uren a ku li Rihayê demek dirêj agahî jê nehatibû girtin, li mala ku lê dima, hat qetilkirin. Kujerê Leyla Uren Ahmad El Avvad hat girtin. 
 
Li taxa Bahçelîevlerê ya navçeya Halîliye ya Rihayê jina bi navê Leyla Uren (43) di mala ku lê diman de hat qetilkirin. Leyla Uren a ku bi eslê xwe ji Amedê ye li Rihayê dima. 
 
Kujerê Leyla Uren, Ahmad El Avvad piştî ku bûyer vegot ji hêla dadgeha nobedar ve hat girtin. Ew şandin girtîgehê.