Çalakiyên 25'ê Mijdarê: Em ê bi hev re tundiyê rawestînin
- 14:20 23 Mijdar 2024
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiyên ku di çarçoveya 25'ê Mijdarê de tên lidarxistin de jinan peyama "Em ê li her qadê dengê xwe bilind bikin û serhildana xwe mezin bikin."
Çalakiyên ku di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Hemberî Jinan de tê lidarxistin jinan di bin dirûşma "Jin jiyan azadî" de peyama mezinkirina serhildanê didin.
Amed
Tevgera Jinên Azad (TJA), bi boneya 25’ê Mijdarê ji bo jinên girtî li ber Girtîgeha Tîpa D ya Amedê daxuyaniyeke çapemeniyê da. Aktîvîstên TJA’yê beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Jiyana azad wê bi jinên azad pêk bê" hat vekirin û dirûşma "Jin jiyan azadî" hat berzkirin. Li ser navê jinan daxuyanî ji aliyê Hevseroka Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) Yeter Erel Tuma ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Têkoşîna me di çar dîwaran de nayê girtin. Digel ku dewletên serdest ên mêr, ji afirandinên dîrokî yên jinan bigire heta destkeftiyên wan ên îroyîn, her cure nirxan hedef digirin, em jin dê bi cudahiyên xwe xeteke hevpar a têkoşînê bimeşînin. Bi hezaran sal e em bêdeng namînin, îro jî bêdeng namînin û sibe jî bêdeng nabin. Têkoşîna azadiya jinê ne tenê ji bo jinan, ji bo azadiya civakî û edaletê jî pêwîst e. Ji ber ku pergalên serdest ên mêr tundiyê li ser jinan ferz dikin, em jin jî bi hevgirtina hêrs û tecrûbeyên têkoşînê em ê bi hêztir li ber xwe bidin.
Jiyana azad wê bi jinên azad pêk were. Civaka azad wê bi têkoşîna hevpar a jinan bê avakirin. Ji ber vê yekê em ê kêliyekê jî dengê xwe li dijî qetlîamên jinan, destavêtin, binpêkirinên mafan û polîtîkayên şer bilind bikin. Ev banga me ya ji Amedê bilind dibe, wê bi yekbûna jinên cîhanê re mezin bibe."
Daxuyaniya ku li ber girtîgehê pêk hat bi dirûşma "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.
Riha
Platforma Jinan a Bajêr a Rihayê û Şaredariya Hewag, ji bo jin û zarokên ku hatin qetilkirin şitil danîn. Çalakiya ku li ser rêya Çatak a Şaredariya Hewagê hat lidarxistin de gelek jin tevlî bû. Beriya şitil danînê daxuyaniyek hat dayîn û banga mezinkirina rêxistinbûna jinan hat kirin. Şitil bi dirûşmeya "Jin jiyan azadî" hatin danîn. Dûre wêneyên jin û zarokên ku hatine qetilkirin li şitilan hatin daliqandin.
Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.
Wan
Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, otobusên mor di çarçoveya 25'ê Mijdarê de; “Gotina me neqediya; Bi dirûşm û wêneyên "Em dê tundiyê bi hev re bidin rawestandin", "Em neqediyan, em ê bi hev re tundiyê rawestînin", "Jin, jiyan azadî", "Jin, jiyan, azadî" xemilandin.
Bedlîs
Di çarçoveya 25’ê Mijdarê de bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) li navçeya Tetwan a Bedlîsê daxuyaniyeke çapemeniyê hat dayîn. Hevşaredarên Tetwanê, rêveberên bajêr û navçeyan ên DEM Partî û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û gelek jin beşdarî daxuyaniya li ber avahiya navçeya DEM Partiyê bûn. Di daxuyaniyê de dowîzên wek "Jin jiyan e jiyanê nekuje", "Her jinek cîhanek e xwedî li cîhanê derkeve" û "Jin jiyan azadî" û pankarta 'Li dijî şîdeta dewlet-mêr, jin jiyan azadî' hat vekirin. Di daxuyaniyê de bal kişandin ser têkoşîna hevpar a jinan û hat diyar kirin ku li dijî her cûre tundiya li hemberî jinan berxwedan pêwist e.
Îzmîr
Komeleyên Elewiyên Demokratîk (DAD) Şaxa Îzmîrê bi dirûşmeya “Em bi jinan re hevdîtin dikin, ji tundiyê re dibêjin na” di çarçoveya çalakiyên Meclîsa Jinê ya 25’ê Mijdarê de civînek li dar xist. Gelek jin beşdarî civîna ku li avahiya komeleyê hat lidarxistin bûn. Di civîna ku bi kursiya azad hat lidarxistin de, bal hat kişandin ser polîtîkayên hikûmetê yên derbarê jinan. Di civînê de jinan diyar kirin ku ew ê polîtîkayên hikûmetê têk bibin û têkoşîna xwe li her qadê bidomînin.