Gerok MA bi zarokên mexdûrên erdhejê re hat gel hevdu
- 16:03 11 Nîsan 2023
- Zarok
HATAY - Gerok MA bi zarokên mexdûrên erdhejê re hat gel hevdu. Li Îskenderûna Hatayê bi stranên kurdî lîstik bi zarokan re hatin lîstin.
Ma Muzîk, Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (MKM), Komeleya Huner û Çandê ya Dîcleyê, Navenda Çandê ya Aryenê, Şanoya Bajarê Amedê, Komeleya Wêje, Huner, Çand û Jinê (KASED) û Komeleya Akademiya Sînemaya Rojhilata Navîn (OSAD) ekîba Gerok MA'yê ava kirin. Gerok MA çû Kuçeya Buluttepe ya Îskenderûna Hatayê.
Ekîba Gerok MA'yê bi zarokan re tevî darbûka û defê stranên kurdî got û lîstik lîst. Atolyeyên muzîk û wêneyê hatin lidarxistin. Malbat jî tevlî çalakiyan bûn.
Wê Gerok MA di 12'ê Nîsanê de li Harbiye di 13'ê Nîsanê de jî li Kuçeya Tekebaş a Samandagê li gel zarokan be.