29'ê Kanûna 2018'an: Komeleya Jinan a Rosa hat vekirin 2024-12-29 09:01:43   Komeleya Jinan a Rosa piştî girtina gelek saziyên jinan wekî saziyek alternatîf hat vekirin. Komele di 29'ê Kanûnê de bi tevlîbûna Hevseroka KCD'ê Leyla Guven hat vekirin.    Hinek geşedanên di dîrokê de îro qewimîne wiha ne:   2004: Suzan Sonta nivîskar û parêzvana mafên mirovan a Emerîkî ji ber nexweşiya pençeşêrê di 71 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Suzan piştî êrîşa 11'ê Îlonê ya li Emerîkayê her tim polîtîkayên Emerîkayê rexne dikir û wisa jî li Emerîkayê dihat nasîn.     2018: Dayika Aştiyê Meryem Ozcan bi salan rêvebertiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kir. Meryem di encama xwîn çû ser mejiyê wê de jiyana xwe ji dest da.    2020: Piştî jinan li ser medyaya dîjîtal destdirêjî îfşa kirin şûnde 247 jinan di bin gotina "bila xewa we bireve" belavok weşandin.