9'ê Nîsana 2019'an: Li ber Girtîgeha Gebzeyê çalakiya nobetê
- 09:01 9 Nîsan 2023
- Di Dîrokê De Îro
Dayikên girtiyan ji bo daxwazên zarokên wan ên tevli greva birçîbûnê ya di pêşengiya Hevseroka KCD'ê ya demê û parlamentera Colemêrgê Leyla Guven de li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan hat destpêkirin bûn, bên qebûlkirin li ber Girtîgeha Gebzeyê dest bi çalakiya nobetê kirin.
Hin bûyerên girîn di dîrokê de ku îro pêk hatine wiha ne:
1848: Yek ji sembolên tevgera jinan a Elman perwerdekar û aktîvîsta mafên jinan Helene Lange hat dinê. Helene 1890'i de Komeleya Mamosteyên Elman damezrand û bi vê hewldana wê di 1896'an de cara yekê li Berlînê 6 jinan perwerdeya xwe qedandin.
1944: Leyla Xalid, 9 ê Nîsana sala 1944’an li Hayfaya ku di bin dagirkeriya îngilizan de bû hatiye dine. Di sala 1947’ an de dema di navbera Ereb û Yahudiyan de pevçûn dest pê kir, di sala 1948’an de bi malbatî direvin Lubnanê. Di 15 saliya xwe de tevlî Rêxistina Rizgariya Gel ya Filistînê ku di sala 1940’ an de ji aliyê George Hebeş ve hatî damezrandin dibe. Piştre li Zanîngeha Beyrut Amerîka de dest bi xwendina beşa tibê dike. Di şerê şeş rojan ê Rêxistina Rizgariya Gel a Filistînê de derdikeve pêş.
Piştî Îlona Reş di çar çalekiyên revandina balefirê ku sê çalakiyên hemwext hatibun kirin de cih digre. Di çalekiya duyem ku wê hemwext li sê cihan pêkwere de bi sê endamên din yên rêxistinê re ji bo revandina balefira sefer a bi hejmara 219 El Al ku wê ji Amsterdamê biçe New Yorkê tê erkdarkirin. Her du çalekiyên din ku hemwext wê werin kirin jî ji bo Filistiniyên li Elmanya TWA û ji bo Filistiniyên li Îsvîçre jî balefirên rêya hewayê ya Swîsre yê hatine armanc kirin.
Di roja 6 ê Îlona sala 1970 an de ji ber ku herdu endamên rêxistinê yên din nekarîn li balefirê siwar bibin Arguel ê ku bi Nîkaraguali yê ku bombayek û çekek li gel xwe rakiriye ve li balefirê siwar dibin û Arguel bi karanîna du bombayên xwe çalekiyê dide destpêkirin û ji aliyê 12 parêzvanên rêveberiya Îstixbarî ku di wê deme de di balefirêdene ve tê qetilkirin. Leyla jî bi saxî tê girtin. Piştî balefir di gihe Londrayê Leyla tê girtin. Piştî salekê li ser revandina balefirekê ji aliyê karmendekî Filistînî ve neçar dimînin li rêyên bazarê bigerin û li ser vegerandina balefirê di 1 ê Cotmeha sala 1970’an de serbest tê berdan. Di goftugoyek ya xwe de wiha dibêje armanca min ji van çalekiyan ew bu ku peyamek bidim cihana ku bi çavê penaberan li me meyze dike û dayîna berdan ya girtiyên Ereb û Filistîniyên di girtîgehên Îsraîlê de bû.
1985: Lîstikvan û têkoşerên parastina mafên jinan a Tirkiyeyî Şaziye Moral jiyana xwe ji dest da. Şaziye cara yekê di demeke ku derketina ser dikê li jinan qedexebû derket ser dikê û di dema ku dilist ji ser dikê tê daxistin û tê girtin.
2016: Li Spanyayê bi hezaran jin tevli meşa bi dûşma "Em ê bersivê bidin tundiya hûn dikin" bûn. Ji 250 zêdetir rêxistinên jinan jî piştgirî dan meşa hat lidarxistin.