12'yê Gulana 1974'an: Leyla Qasim hat darvekirin
- 09:01 12 Gulan 2023
- Di Dîrokê De Îro
Leyla Qasim di 12'yê Gulana 1974'an ji hêla Rêjîma Baasê ve hat darvekirin. Leyla Qasim jinek têkoşer ya kurd e, di sala 1952’yê de li gundê Bamîlî ya navçeya Xaneqînê ya parêzgeha Diyala ji malbatek hejar û welatparêz a kurd hatiye dinê. Leyla di 20 saliya xwe de di nava Yêkitiya Xwendekarên Kurdistanê de cih digire, xebat û têkoşîna xwe birêve dibe. Leyla ji bo mafê gel di nava têkoşînê de cih digire. Leyla ji bo dengê Gelê Kurd li cîhanê bide bihistandin çalakiya revandina balafirê pêk tîne. Leyla û 4 hevalên wê di 24'ê nîsan 1974'an de tên girtin û li girtîgehê bi îşkenceyên hovane re rûbirû dimînin. Leyla bi têkoşîna xwe girêdanbûna xwe ya Gelê Kurd nîşan da. Leyla ji hêla Rêjima Baasê ve di 12'yê Gulanê de serê sibehê tê darvekirin.
1897: Nîvîskar û aktîvîsta Fînlandiyayî Mînna Canth, dukana malbata xwe dixebitan û dest bi nivîsî kir. Mînna di nivîsên xwe de mijarên der barê mafê jinan de digire dest. Lîstikên wê yên herî tê zanîn ‘Hevjîna karker’, ‘malbata keşîşin’ û lîstika wê ya ‘Anna Lîîsa’ ji fÎlm û operayan re bûye mijar.Mîna 124 sal berê îro wefat kir.
1925: Amy Lawrence Lowel, helbestkarek DYA’yî bû. 96 sal berê îro jiyana xwe ji dest daye û salek piştî mirina wê şûnde, xelata Helbestan a Pulîtzer qezenc kir.
1965: Ji ber piştgiriya hemşîreyan a ji bo civkê, rojbûna Florence Nîghtîngale yanî îro, wek Roja Hemşîreyan a Navneteweyî tê pîrozkirin.
1994: Kîmyagera Îngîlîz Dorothy Mary Crowfoot Hodgkîn, ji çêbûna işina X diyar bike, bû pêşenga ku biyomolekul di çêbûna biyolojiyê de alavek girînge. Doroth, penîsîlîna ku berê ji aliyê Edward Abraham û Ernst Borîs Chaîn ve hatibûn texmînkirin, ji bo çêkirina wê bê piştrastkirin, di 1964’an de Xela Nobelê ya Kîmyayê girt.
2014: Bi hezaran jinên Îranê wêneyên xwe yên serê wan vekirî di çapemenya civakî de parve kir û qanûnên ku girtina jinan ferz dikirin protesto kirin. Rojnamegera jin ya Îranî Masîh Alînejad di facebookê de dîmenên jinên ku li derve li parkan, kolanan serê wan vkeiriye parve kir. Di 10 rojan de ji aliyê 130 hezar kesî ve hat ecibandin.Jinan di şîroveyên bin wêneyan de gotin ‘Em dixwazin ba û rojê li ser porê xwe hîs bikin’.
2020: Aktîvîsta TJA’yê Newal Paçal, li Edeneyê di encama herîkan xwînê ya ser mêjî jiyana xwe ji dest da. Cenaza Newalê ji Edenê anîn Êlihê û li goristana Tilmiz hat definkirin. TJA’yê peyam weşand û ji malbatê re sersaxî xwest.