Bi parastina cewherî, rêxistin û têkoşînê ber bi 25’ê Mijdarê ve (8) 2024-11-08 09:05:46   Nebahat Çalpan: Felsefeya Jin Jiyan Azadî parastina cewherî ye   Arjîn Yuksekbag   ENQERE - Tundiya li ser jinan her diçe zêde dibe. Berdevka Jinan a DEM Partî ya Enqereyê Nebahat Çalpan da zanîn ku divê jin li dijî tundiyê parastina cewherî esas bigirin û got: “Felsefeya Jin Jiyan Azadî parastina cewherî ye. Vê rewşê têkoşîna jinan kolektîf kir. Parastina cewherî ji bo me girîng e. Avakirina pêşeroja me di vê felsefê de derbas dibe.”   Li Tirkiyeyê pergala serdest a mêr jiyana jinê li her qadê tehdît dike. Ji ber tundiya mêr her roj bi dehan jin tên qetikirin. Li Tirkiyeyê ku tundiya mêr her diçe zêde dibe, ji bo jinan jî girîngiya parastina cewherî her roj zêdetir dibe. Berdevka Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Enqereyê Nebahat Çalpan der barê mijarê de axivî û got li dijî tundiyê divê jin xwedî mafê parastina cewherî be. Nebahat Çalpan bi lêv kir ku parastina cewherî tê wateya ku xwe ji her cureyê tehdîd û êrîşan biparêze ye.   ‘Ji bo hebûnê divê hûn xwe biparêzin’   Nebahat Çalpan daxuyakirin ku divê parastina cewherî bibe teşeyê jiyanê û wiha daxuyand: “Divê  wek xeta jiyanê, wek têgeheke aliyê îdeolojîk û exlaqî bê destgirtin. Ji ber em dizanin ku avakirina jiyanekê di parastina cewherî de derbas dibe. Dema pêşerojek bê avakirin divê ev esas bê girtin. Parastina cewherî karê çalakî û rêxistibûnek hişmendî ye. Tevgera Azadiya Kurd parastina cewherî wek hişmendiya polîtîk exlaqî ya îdeolojîk girt dest. Yanî wek têkoşîna hebûnê nirxand. Ji bo hebûnê jî divê mirov xwe biparêzin.”   ‘Avakirina pêşerojê ji vê felsefeyê derbas dibe’   Nebahat Çalpan her wiha got parastina cewherî îro li Tirkiyeyê ji bo parastinê wek pêngavekê tê dîtin û wiha bi lêv kir: “Parastina cewherî ku berê wek ‘cînayet’ dihat fêmkirin îro ji bo parastina rûmet û azadiyê wek pêngavekê tê dîtin. Ji bo parastina rûmet û azadiyê ev wek maf hat dîtin. Bi jinan re jî ev hişmendî ava bû. Ji bo vê jî rewşeke parastina cewherî ya fîzîkî heye. Li her derê atoleyeyên parastina cewherî ya fîzîkî hatine vekirin. Ev ji bo parastinê bû rê. Em dikarin bêjin felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ parastinek cewherî ye. Bi vî awayî têkoşîna hemû jinan kir kolektîf. Ev ji bo me girîng e. Avakirina pêşerojê di vê felsefeyê de derbas dibe. Ji ber zîhniyeta dewletê avakirina pergala serdest a mêr e.”   ‘Em dibêjin ev sedsala jinê ye’   Nebahat Çalpan bi lêv kir ku jinan di sedsala 21’ê de desthilatdariya mêr hejandiye û wiha bi lêv kir: “Em dibêjin sedsala 21’ê sedsala jinê ye. . Ev rastiyek e. Di sedsala 21’ê de jinan desthilatdariya mêr hejand. Em sedsala jinê ji Rojava dibînin. Em ji şoreşa Kobanê dibînin, di têkoşîna ku piştî Jîna Emînî li Tehranê hat qetilkirin derket dibînin. Di esasê de ev hemû di modela parastina cewherî de destpêkirin. Li hemû cîhanê jî belav bû.”   ‘Rêxistinek jinan a pir xurt tê’   Nebahat Çalpan balkişan ser êrîş û destdirêjiya li ser jinan û got ji bo pêşî li vê bê girtin divê jin xwe rêxistin bikin. Nebahat Çalpan wiha dirêjî dayê: “Ji ber polîtîka bêcezahiştinê tundiya li ser jinan zêde bû. Dewlet zîhniyeta mêr. Em jin dibêjin ku parastina cewherî maf e. Em têkoşîna vê li her qadê her çiqas zemîna hiqûqî tunebe jî em têkoşîna xwe didin. Di sedsala 21’ê de piştî 10 salan şûnde wê parastina cewherî rewa bibe. Xeta têkoşîna jinê ya kolektîf dikare bê avakirin. Ji ber rêxitinbûnek jinan a pir xurt tê. Her civak, bawerî, çand, jin û her kes ji bo hebûna xwe divê parastia cewherî pêk bîne. Ji bilî vê jî rê tune ye.”