Ozlem Demîrel: Rola Kurdan li Rojhilata Navîn girîng e

  • 09:05 9 Kanûn 2024
  • Rojane
Melek Avci
 
ENQERE - Endama PE’yê parlamenter Ozlem Alev Demîrel, balkişand ser bêdengiya qada navneteweyî ya li hember êrîşên milîsên cîhadîst ên ku bi piştgiriya Tirkiyeyê tên meşandin û got: “Xeta ku siyaseta Kurd a niha li Sûriyeyê dimeşîne li alî aştî û demokrasiyê ye. Divê firotina çekan bê rawestandin ji ber şandina çekan a herêma şer tê wateya şer.”
 
Gel û Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo aştiyê peyamên xwe datînin holê. Di teşekirina nû ya Rojhilata Navîn de, bi lîderiya NATO’yê şer û pevçûn didomin. Li bajarê Helebê Esad li dijî êrîşan tu berxwedan nîşan neda û koma cîhadîst Tahrîr El Şam(HTŞ) ku Tirkiye piştgiriyê dide, li herêmê komkjiyan pêk tîne û li herêmê pêş dikeve. Hukumeta Şamê jî ket. Hêzên Demokratîk a Sûriyeyê ji bo parastina gel berxwe dide, lê AKP-MHP bi hinceta ewlehiyê piştgiriyê dide van koman. 
 
Fermandarê Giştî yê Hêzên Demokratîk a Sûriyeyê (QSD) Mazlum Abdî der barê krîza tê jiyîn de got: “Em li alî çareseriya siyasî ne. Em ji bo çareseriyê amade ne. Divê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nîqaşên çareseriyê de cih bigirin.”
 
Endama Koma Çep a Parlamentoya Ewropayê parlamenter Ozlem Alev Demîrel der barê pêvajoya şer de, girîngiya aştiyê û êrîşan de nirxandin kir. 
 
Dema şer tê tûndkirin axaftina aştiyê
 
Ozlem Demîrel ku tevli yekemîn civîna Foruma Aştiyê ya Cîhanê ku bi daxwaza aştiyê xwe ji nûve deklere kir, bû da zanîn di vê dema ku şer bê navger didome de daxwaza aştiyê bilindkirin girîng e. Ozlem Demîrel wiha got: “Ev kom ji aliyê parlamenterên Parlamentoya Ewropayê pêk tê. Ev koma heta niha wek Koma Dostaniya Kurdan dihat binavkirin ji bo dema nû civîna xwe kir. Bêguman civînê de ji nûve dîzaynkirina Rojhilata Navîn hat nîqaşkirin û daxwaza aştiyê ya Kurdan hat ziman. Ev girîng bû. Rojhilata Navîn her tim di hedefa şer de bû. Piştî 7’ê mijdarê şûnde Israîlê li hember Fîlîstînê şer da destpêkirin û piştî vê ev şer fireh bû. Bi vê re ji nûve avakirina Rojhilata Navîn mijara gotinê ye. Di vê çarçoveya sazkirina nû de Tirkiyeyê bi piştgiriya çeteyan êrîşê Sûriyeyê kir. Şer tund bû. Ji bo min daxwaza aştiyê ya gelên Rojhilata Navîn girîng e û ji bo gelên cîhanê jî daxwazek girîng e.”
 
‘Pêvajoya demokratîkbûnê pêwist dike’
 
Ozlem Demîrel daxuyakirin ku pisgirêka Kurd bi salan e li bende çareseriyê ye û got: “Lê AKP û MHP ji bo di dîzaynda nû de xwe bibînin manevrayên nû diaifrînin. Lê divê ev bê zanîn, hewcedariya Tirkiyeyê bi demokratîkbûnê heye û divê pêvajoya aştiyê bê destpêkirin. Ev ji bo hemû herêmê, ji bo Îran, Iraq û hemû Rojhilata Navîn derbasdar e.”
 
Daxwazên gelê Kurd û Fîlîstînê bên cih wê riya aştiyê vedibe
 
Ozlem Demîrel bi lêv kir ku divê pirsgirêkên li Rojhilata Navîn bên çareserkirin û wiha domand: “Girîng e ku mafên gelan ên tayînkirina qedera wan bê parastin. Ji bo ev bê çareserkirin divê pêvajoya çareseriyê bê destpêkirin. Divê daxwazên gelê Kurd û Fîlîstînê bên cih û ger wisa be wê riya aştiyê jî vebibe.”
 
Rola Kurdên çar welatî girîng e
 
Ozlem Demîrel di berdewamiya axaftina xwe de ev nirxandin kir: “Tevgera Kurd ev jiyan li Sûriyeyê dayeniye holê û têgeha wekheviyê bi gelên cîhanê daye nasîn. Têkoşîna gelê Kurd ya bi Rojava re ev daniye holê;Gelê Kurd ev têkoşîn ne tenê ji bo xwe ji bo hemû gelan daye meşandin. Ev girîng e. Ji ber vê ye ku wê dema nû de ev bê nîqaşkirin. Di vir de bi taybet rola Kurdên her çar welatî girîng e.”
 
Ji bo berjewendiyan çi ji destê wan hat, kirin
 
Ozlem Demîrel balkişand ser bêdengiya qada navneteweyî ya li hember êrîşên mîlîsên cîhadîst û HTŞ’ê û got: “Di dîzayna nû de berjewendiyên jeopolîtîk dertên holê. Peywira esas a Konseya Ewropayê parastina mafê mirovan e. Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê jî girêdayê wê ye. Di vê nokteyê de wek jeoloîtîk Tirkiye deriyê Rojhilata Navîn e. Welatê herî peşketî yê herêmê ye. YE jî ji bo berjewendiyên xwe dixwaze têkiliyên xwe pêş bixe. Ji ber vê jî ji bo aştiyê tu gav navêt. Dixwaze şer bidome. Divê ev bê dîtin. Tirkiye şerê dimeşîne li gorî siyaseta dîzayna nû ya herêmê ya Amerîka û Îsraîlê dimeşîne. Peywira me ev e ku em vê sîyaseta dû rû ya welan rexne bikin û li aştiyê dengê xwe bilind bikin.”
 
Xeta gelê Kurd a li Sûriyeyê rê nîşan dide
 
Ozlem Demîrel da zanîn ku daxwaza gel aştî ye û piştevaniyek samîmî pêwist e. Ozldem Demîrel wiha dawî lê anî: “Xeta gelê Kurd a li Sûriyeyê rê vedike, rê nîşan dide. Divê gelê Ewropayê li dijî mîlîtarîzmê hîn bêtir hestiyar bin û bibin deng. Ji kesên ku dibêjin bila şer raweste, gavên şênber û samîmî tên payîn.”