Nasnameya zarok girîng e yan jî bûyer? 2024-09-08 09:03:38     Derya Ceylan   NAVENDA NÛÇEYAN - Di nûçeyên zarokan de balkişandina ser nasname û nîjadê di civakê de pêşdarazê girandike. Ji bo çapemenî dest ji vî zimanê newekheviyê berde û ji bo wekheviya zarokan rolek çawa dikare bigire ser xwe?   Di nûçeyên derbarê zarokan de, balkişandina ser nîjad, nasnameyê, rê li ber newekheviyê vedike. Di vir de berpirsyariya çapemeniyê çiye? Rêbaza klasîk ya çi, çawa, kengê, li ku derê, çima, kî; pir caran bê bandor tê bikaranîn. Bi taybet di nûçeyên sûcê li hember zarokan de ev kêm tên bikaranîn. Çapemeniya nivîskî û dîtbarî hîna di mijara zarokan de xesasiyetek têr nîşan nade.   Di nûçeyên zarokan de zimanê tê bikaranîn bandor li ser civakê dike. Gelo em vê qet lêpirsîn dikin? Bi taybetjî dimijarê xesas yên wekê nîjad û nasnameyê de, divê  çapemenî çawa bigire dest û berpisyariya xwe  bîne cih.   Gotinên siyasetmedan a newekheviyê    Daxuyaniyên siyasetmedaran yên di nûçeyên zarokan de ku nasnameya etnîk derdixin pêş, di civade pêşdarazê zêde dike. Bi taybet jî lîderên siyasî, bi gotinên populîst nasnameyên cuda hedef digire û ji vê re zemînê ava dike. Mînak li Tirkiyeyê li dijî penaberan daxuyaniyên tên dayîn di civakê de rê li ber aloziyê vedike. Di 2019’an de li Stenbolê zarokekî Suriyeyî tevli bûyerekê bibû û hinek siyasetmedaran wê demê gotibûn ‘Sûriyeyî aramiya civakê xera dikin’. Li ser vê pêşdaraz mezin bibûn.   Li Ewropayê jî rewşên wisa tên jiyîn   Li Ewropayê jî bûyerên wisa tên jiyîn. Hinek siyasetmedar zarokên penaber hedef digirin û di 2015’an de li Fransayê hinek siyasetmedarên rastgir zarokên penaber hedef girt. Ev daxuyanî bû sedema pêşdarazan.   Zimanê çapemeniyê nêrînên neyînî xurt dike   Mînakê di çapemeniyê de dertê, nîşan dide ku di nûçeyên zarokan de nasname û nîjad çawa derdixin pêş û pirsgirêkên çawa dertên holê. Mînak, li Stenbolê li metroyekê zarokek toqeya por difroşe û du mêr tundiyê lê dikin. Rêwiyan dîmen kişandine û li ser çapemeniya civakî belav kirin. Ji hinek aliyan bertek hat nîşandan. Mijar demek nêz de bû rojev, her du şexs hatin girtin. Çapemeniya ku tundiya li zarok hatiye kirin birin sernavê xwe, nasnameya ‘Sûriyeyî’ ji bîr nekirin. Bi derxistina pêş a nasnameyê cudakarî jî îhmal nekirin. Ev jî bû sedema xurtbûna nêrînên neyînî yên li hember penaberan.   Pêşdarazan pêşî li êrişan jî vekir   Li Kayseriyê jî kesekî ji Sûriyeyî destdirêjî li zarokekê kir. Piştî bûyerê êrişên li hember Sûriyeyiyan dest pê kir. Cigirê serokê giştî yê MHP’ê Îsmaîl Ozdemîr, li ser çapemeniya civakî daxuyaniyên da de got divê Sûriyeyî demildest vegerin welatê xwe. Van daxuyaniyan di civakê de rê li ber pêşdarazan vekir.   Nêzikatiya medyayê ya li hember nasnameyê    Li Înegol a Bursayê di 2’yê îlonê de bûyerek hat jiyîn û bûyer wek ‘zarokê 16 salî  bi kesekî Sûriyeyî re nîqaş kir û 12 darbeyên kêrê kuşt’ di çapemeniyê de cih girt. Bûyerê di çapemeniyê de berfirehî cih girt. Bi taybet nasnameya zarokê Sûriyeyî derket pêş. Lê di nûçeyê de ji nasnameyê wêdetir divê bûyer bixwe derketiba pêş.   Di pişt perdeya zimanê newekhev yê çapemeniyê de çi heye?   Li pişt vî zimanê newekhev yê çapemeniyê ne tenê nêrînên civakî heman demê de berjewendiyên siyasî û aborî jî hene. Çapemenî ji bo bala temaşevanan bikşîne cih dide nûçeyê ku gengeşiyê zêdedikin. Bi taybet demên krîza aborî û rojevên siyasî de ev nûçe zêdetir tên rojevê. Peywira çapemeniyê ya esas ev e ku divê fikrarên reytîngan li aliyekî bihêlin û zimanekî li alî civakê bikar bînin.   Ligel bandora çapemeniya nivîskî û dîtbarî, di nûçeyên zarokan de çapemeniya dîjîtal jî xwedî bandorek girîng e. Parvekirinên li ser çapemeniya dijîtal bi lez belav dibin û ev di hişê zarokan de rê li ber nêrînên şaş vedike. Divê platfromên çapemeniya dîjîtal naverokan hîn baldartir bigire dest.   Divê berpirs tevbigerin   Derxistina pêş a nasname û nîjadê, ne tenê di çapemeniya Tirkiyeyê de di ya cîhanê de pirsgirêkek e. Di çapemeniyên welatên din jî heman pirsgirêk dertên holê. Di nûçeyan de balkişandina ser nasname û nîjadê di civakê de rê li ber pêşdaraz û newekheviyê vedike. Her zarok xwedî mafên wekhev in. Nasname çi dibe bila bibe divê çapemenî li gorî vê nûçeyan çêbike. Divê çapemenî di vê mijarê de berpirs tevbigere.