Di Îlonê de 19 jin hatin qetilkirin 2025-10-06 09:03:21     Yeşîm Oruç   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî çeteleya meha Îlonê 19 jin û zarokek hatin qetilkirin, 21 jin û zarokê jî bi guman jiyana xwe ji dest dane.   Di encama polîtîkayên zayendperest, pratîka bêcezahiştinê ya darazê de jin bi awayekî sîstematîk tên qetilkirin. Li Tirkiye û Kurdistanê, jin herî zêde li malên xwe û ji aliyê mêrên nêzî xwe ve tên qetilkirin. Jin tevî hemû zext û tundiyê jî dest ji têkoşîna wekhevî, azadî û edaletê bernadin.   Li gorî daneyên ajansa me kom kirine di  meha Îlonê de 19 jin û zarokek hatin qetilkirin, 21 jin û zarokê jî bi guman jiyana xwe ji dest dane.   Gumanbar yên herî nêz in   Li gorî daneyan jin ji aliyê mêrê herî nêzî xwe ve hatine qetilkirin. 3 jin  ji aliyê mêrê ku pê re di asta derberdanê de, du jin ji aliyê mêrên dest jê berdane, du jin ji aliyê mêrên nas dikin, jinek ji aliyê xezur ve, sê jin ji aliyê hevjîn ve, du jin ji aliyê mêrên jê vetiyane ve, jinek ji aliyê mêrê pê re dijiya, jinek ji aliyê neviyê xwe ve, jinek ji aliyê cîranê xwe ve û jinek jî ji ailyê kesekî ku nêzîkatiya wî nayê zanîn ve hat qetilkirin.   Li gorî bajaran dane   Li Enqereyê 3, li Afyonê 3, li Îzmîrê 1, li Kocaeliyê 3 li Antalyayê 1, li Denizliyê 2, li Osmaniyê 1, li Muglayê 1, li Samsurê 1, li Zonguldakê 1 û li Dîlokê jî jinek hat qetilkirin.