Fîgen Yuksekdag: Em ligel hewldan û îradeya çareseriyê ne 2025-01-12 21:27:44   ENQERE - Fîgen Yuksekdag ku piştÎ serdana heyeta Îmraliyê ya DEM partiyê daxuyanî da wih agot: “Nêzîkatiyên pozîtîf û şênber wê di çareseriya pirsgirêka dîrokî de qonaxeke girîng be. Em ligel hewldan û îradeya çareseriyê ne.”   Sirri Sureya Onder, Pervîn Buldan û Ahmet Turk ku di heyeta Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) cih digirtin bi hevseroka giştî ya berê ha HDP’ê Fîgen Yuksekdag ya girtî re hevdîtin kirin.   Der barê hevdîtinê de di hesabê çapemeniya dîjîtal a X ya Fîgen Yuksekdag de peyam hat parvekirin.   ‘Bêyî ku ferq nake em li ku ne piştgiriyê didin çareseriyê’    Di peyamê de wiha cih girt: “Bi wesîleya serdana heyeta  Îmraliyê ya Partiya DEM’ê silav, rêz û hezkirina xwe ji raya giştî ya demokratîk, gelê me û jinan re radigihînim. Em di alî welat û herêma xwe di qonaxeke girîngde derbas dibin. Pêdiviya gelê me ji her demê zêdetir bi aştî, edalet û demokrasiyê heye.   Di vê kêliya krîtîk a dîrokê de, Birêz Ocalan însiyatîf girtiye û hewldana wî pir bi nrixe û girînge. Em li pişt vê hewldan û îradeya çareseriyê ne. Ne girîng e em li ku bin. Em dikarin li hundir bin, li derve bin an jî xwedî ramanên cuda bin. Ev yek li pêş pêkanîna erka me ne astenge.   Kirdeya aştiyê raste rast gelên Tirkiyeyê ne   Ji bo tevgera çarserî û aştiya bi rumet, em amadene ku peywira dikeve ser milê me pêk bînin. Kirdeya aştiyê raste rast gel, kedkar, hêzên azadixwaz û jin in. Ji ber vê jî divê hemû dînamîkên civakî ji bo wekheviya gelan û aştiyê însiyatîfê bigire.    Em ê bi her kesî re di hevkariyê de bin   Em jin, ji bo pêşxistina tevgera çareseriya demokratîk a di pirsgirêka Kurd de hewl bidin. Em ê bi her kesên ku dibin hevkarê vê hewldanê re di hevgirtin û hevkariyê de bin.   Daxwaza me eve ku bi Birêz Ocalan re şert û mercên xebatek baş pêk bên û ji bo çareseriyê rola xwe bi bandor pêk bîne. Nêzîkatiyên şênber û pozîtîf wê di çareseriya pirsgirêka dîrokî de qonaxeke girîng be.   Hêviya min ev e ku em bihara gelan bi aştî û wekheviyê  pêşwazî bikin.”