Tiştên ku qeyûm di 8 salan de nekir di 8 mehan de hat kirin 2024-12-06 09:03:40   Neslîhan Kardaş    WAN - Şaredariyên DEM Partiyê ku li Wanê şaredarî ji qeyûman girtin, ji hilbijartinê heta niha der barê jinan de gelek proje xistin jiyanê,   Navenda Jiyanê ya Jinan hat vekirin û ji bo jinên tundiyê dibînin Xeta Piştgiriya Jinan a Pirziman ji bo jinan xizmetê dide. Tiştên qeyûman di 8 salan de nekirin şaredariyên DEM Partiyê di 8 mehan de pêk anîn. Projeyên şaredariyên DEM Partiyê ji aliyê gel ve eleqeyek mezin dibînin.   Di hilbijartinên 31’ê Adarê de Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji sedî bi 55.48 dengî Şaredariya Bajarê Mezin bidestxist û ligel vê 13 navçeyên wê hemû girtin. Hevşaredaran ji aliyê gel ve eleqeyek mezin dîtin. Şaredar ji roja hatin hilbijartin dest bi xebatan kirin û bi feraseta ku jin û gel esas digire xebatên xwe dimeşînin.   Me xebatên jinan yên Şaredariya Wanê di 8 mehan d pêk anîne berhev kirin.   Projeya ewil ji bo zarokên SMA bû   Hevşaredarên şaredariya bajarê Mezin a Wanê piştî mazbata girtin projeya ji bo zarokên nexweşê SMA dan destpêkirin. Bi kampanya dan destpêkirin hevşaredaran ji bo kesên çûn serdana wan ne kulîlk piştevaniya ji bo zarokên SMA xwestin. Çûn serdana malbatan û piştevanî xwestin. Di encama ve de ji bo du zarokên SM derfetên dermankirinê peyda bûn.   Sê midûriyet hatin avakirin   Şaredariya ku ji meha Adarê de îmze avêt gelek xebatan di bin banê Serokatiya Daîreya Jin û Malbatê de, Midûriyeta Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan, Midûriyreta Xurtkirina Aboriya Jinan, Midûriyeta Lêkolîn û Perwedehiya Jinan ava kir.   Çarçoveya têkoşîna li dijî tundiyê de proje   Midûriya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan li dijî tundiyê hat avakirin. Armanc û hedefa midûriyetê ev e ku mekanîzmayên ku jin bikaribin serî lê bidin ava bikin û jinan ji hawira tundiyê dur bigirin.   Xebatên Midûriyeta Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan wiha ne:    “*12 serlêdanên şexsî hatine kirin û îfadeyên jinan esas hatine girtin, piştgiriya hiqûqî, psîkolojîk û civakî hatiye dayîn. Bi navberan bi van kesan re hevdîtina ji ser telefon an jî rû bi rû hatiye kirin û şopandin didome.   *Xeta Piştgiriya Jinan a pir ziman ya 24 saetan xizmetê dide hat avakirin.    *Otobusên veguhestina komî yên şaredariyê ji bo jin xwe ewle hîs bikin saet ji 20.00’an şûnde bixwazin biçin ku derê wê otobus wan bibe wir deyne.   *Ji bo piştgiriya hiqûqî ya bi jinan re bi Baroya Wanê re protokol hatiye îmzekirin.   *Di çarçoveya zewacên di temenê biçûk de û bi zorê de, tevlibûna Plana Çalakiya navendî pêk hatiye û der barê vêde bi sazî û dezgeyan re xebatên kordîneyî tên meşandin.   Ji bo aboriya jinan proje   Di çarçoveya Midûriyeta Şaxa Xurtkirina Aboriya jinê de, tevlibûna jinan a îstîhdamê tê teşwîqkirin û piştgiriya ji bo aboriya jinan hatiye armanckirin.   Xebatên ku Midûriyeta Xurtkirina Aboriya Jinê kiriye wiha ne:    “*Di  Navenda Jiyana Jinê de, navenda sporê, qada lîstika zarokan, pirtûkxane, tekstîl, atolyeyê hunera destan, drama, kuafurî, muzîk, seramîk hene.   *Li taxa Bostanîçî, girêdayê midûriyetê Navenda Jiyanê ya Jinan heye.   *Bi şaredariya Artemêtê bi hevkarî Navenda Jiyanê ya Jinan a Şamîran hat avakirin. Divê navendê de Yekineya Têkoşîna li dijî Tundiyê, Yekîneya Lêkolîn û Pewerdehiyê ya Jinan, atolyeya bêrikan, qada lîstika zarokan, atolyeya dengbêjan heye."   Ji bo perwerda jinan proje   Di bin banê Midûriyeta Perwerde û Lêkolîna Jinan de ev xebat hatin kirin:   “*Çarçoveya Amadekariya Plana Stratejîk a 2025-2029’an de li 13 taxanbi jinan re civîn hatin kirin û daxwazên wan tevli plana stratejîk hatin kirin.    *"Di çarçoveya vê planê de Komxebata Jinan pêk hatiye.   *Bi jinên li Kuveyt Evler dimînin re civîn hat kirin û daxwazên jinan hatine girtin. Esasa daxwazan de derdor hatiye dermanikirin, çanaqên şikandî hatine tamîkirin, li cihên rawestgeh dûr bûn, rawestgeh hatin avakirin. Ji bo jinan qerta JINKART û Sosyal Kart hatiye dayîn.   *Di encama xebata ku bi SES’ê re hat kirin li Mîksê, Elkê û Ebexê ji bo jinan perwerdehiya der barê pençeşêra memikan, pençeşêra malzarokan û HPV de perwerde hat dayîn.    *Şaredariya Bêgiriyê Navenda Piştevanî û Jiyanê ya Jinan a Sînemxan vekir.   *Bi jinan re li Westanê meşa xwezayê pêk hat."   Di çarçoveya 25’ê Mijdarê de gelek malên jinan hatin vekirin   Di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navnetweyî de xebatên ji aliyê şaredariyê ve hatin kirin wihane:    “ *15’ê mijdarê de Şaredariya Rêya Armûşê Navenda Çand û Jiyanê ya Jinan a Bostanîçîn vekir.   *18’ê Mijdarê de li Şaxê Mala Bîhndanê ya Meryemxan hat vekirin.   *19’ê mijdarê Şaredariya Tuşbayê, Navenda Piştevaniya Jinan a Hebûn vekir.    *21’ê Mijdarê Şaredariya Armûşê Navenda Jinan a Çil Kezî vekir.    *21’ê Midjarê li Ebexê Mala Jinan a Zerîfe Xatun vekir.    * Çarçoveya 25’ê Mijdarê de di gelek mijaran de li gelek taxan perwerdehî hat dayîn.    *Şaredariya bajarê mezin a Wanê û hemû şaredariyên din ‘belgeya li dijî tundiyê  helwest’hat îmzekirin.    *20’ê Mijdarê li Navenda Çanda Nuda ya Hacibekirê şaredariya mezin a Wanê û şaredariya Rêya Armûşê der barê tundiyê de panel pêk anî.  *Ji bo jin bi rehetî wesayîtên veguhestina komî bikar bînin JINKART hat belavkirin."   Projeyên tên payîn bikevin jiyanê   Şaredariyên DEM Partiyê bi projeyên xwe yên ku wê dema pêş bikevin jiyanê, jinan kelecanî dike. Projeyên bikevin jiyanê wiha ne:   “*Ji bo stargehê cih hatiye tespîtkirin. Ji bo kirêkirina cih bi awayekî fermî serî li Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê hatiye dayîn. Ji saziyan bersiv tê payîn.   *Wê atolyeyên bêrikan û  zîv bên avakirin.   *Ji bo hilberandina ped û bincildan xebatên pêwist tên kirin. Ji bo girtin makîne û ekîpnanan ji wezareta hawirdor û bajarvaniyê re nivîs hat nivîsin. Bersiv tê payîn.   *Ji bo jinên li Kuyvet Evler dijîn wê demek kurt de marketek nêz bê çêkirin.   *Ji bo avakirina Pirtûkxaneya Berhemên Jinan û Navenda lêkolînê xebatên pêwist tên meşandin.”