ROJEVA 14'Ê ÇILEYA 2025'AN 2025-01-14 09:00:00     *Karkera şaredariyê Belgîn Taş bi endamê meclîsê Ozkan Ozdemîr ku dixwest rê li ber grevê bigire kir re , nîqaş kir û bi KOD 26 ji kar hat avêtin. Belgîn Taş piştî vê li ber şaredariyê dest bi berxwedanê kir û diyar kir ku tiştên hatine jiyîn pêşî li xizaniya jinê vedike û got: “Ji ber CHP yî ye her kes ker û lal e. Ez ji bi vê têkoşîna bi rumet piştgiriyê dixwazim.” DÎEN HEYE   *Hevseroka ÎHD’ê Nuray Çevîrmen da zanîn ku girtîgehên Tirkiyeyê veguherîne navendên îşkenceyê û binpêkirinên mafan yên li girtîgehan ragîhand. DÎMEN HEYE   *Jinan diyar kirin ku qeyûman darbeyek li dijî lêgerîna çareseriyê ye û xwestin nûnertiya demokratîk a gelê Kurd e û divê têkoşîna hevpar a bindestan bê avakirin. BI DÎMEN    *Hevşaredara bajarê Mezin a Amedê û hevşaredarên navçeyên Amedê bertek nîşanê girtina hevşaredar û endamên meclîsa şaredariya Akdenîzê û her wiha tayînkirina qeyûm dan û gotin: “Ev dijhiqûqî nikarin me biçewisînin. Berovajî vê têkoşîna me hîn bêtir xurt dikin. Em bi hev re ji rejîma qeyûm re bêjin na.” BI DÎMEN