Mafê jiyanê yê girtiyan tê binpêkirin 2025-04-24 09:04:24   Nazlican Nûjîn Yildiz   ÎZMÎR - Hevseroka Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê Zîlan Gumuş, têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan li ser girtiyên nexweş axivî û diyar kir ku bi taybetî li girtîgehên bi ewlekariya bilind mafê jiyanê yê girtiyan binpê dikin û divê demildest girtîgehên bi vî rengî bên girtin.   Polîtîkaya tecrîdê ya li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê bi taybetî li Girtîgeha Îmraliyê didome. Ji ber tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, binpêkirinên mafan ên li girtîgehên din jî dewam dikin. Bi taybetî rewşa girtiyên nexweş girîng e, li aliyê din jî bi rêya Lijneyên Îdarî û Çavdêriyê poşmanî li girtiyan tê ferzkirin û înfazên wan tên taloqkirin. Li gorî daneyên dawîn ên hatin eşkerekirin, di girtîgehan de 651 jê giran bi giştî hezar û 517 girtiyên nexweş hene. Li girtîgehên Tîpa R, girtiyên nexweş ji mafê xwe yê dermankirinê bêpar dimînin.   Li ser mijarê Hevseroka Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Îzmîrê Zîlan Gumuş axivî û diyar kir ku divê girtiyên nexweş demildest bên berdan.   'Polîtîkayên tecrîdê tên meşandin'   Zîlan Gumuş diyar kir ku hem li Tirkiyeyê hem jî li cîhanê cihê ku herî zêde mafên mirovan tê binpêkirin girtîgeh in û girtî ji derve tên tecrîdkirin û gelek mafên wan tên binpêkirin. Zîlan Gumuş, anî ziman ku awayê avakirina girtîgehan dibe sedem ku mirov ji gelek aliyan ve ji mafên xwe yên mirovî dûr bikevin û wiha got: "Em weke Komeleya Mafên Mirovan ji bo rakirina binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û mexdûriyetên li girtîgehan ji holê rakin û rayagiştî hişyar bikin. Girtîgehên ku li Tirkiyeyê hatine avakirin, bi polîtîkayên tecrîdê tên rêvbirin û girtî li wan tên tecrîdkirin. Ji ber ku girtîgehên ku vê dawiyê li Tirkiyeyê hatine avakirin rê nadin vê. Girtîgehên ku hatine avakirin, YGC, Tîpa Y, Tîpa S, bi temamî polîtîkaya tecrîdê dişopînin û girtî li wan hem li hûndir û hem jî li dşerve tên tecrîdkirin. Di nameyên ku girtî ji me re dişînin de gelek şêweyên sansurê hene. Girtiyan sirgûnî cihên dûrî malbatên wan dikin, derfeta malbatan jî tune ye ku biçin hevdîtinê. Bi çêkirina girtîgehên nû re girtî ji mên xwe bêpar tên hiştin.”   ‘Girtîgehên  wekî bîrê ji bo hucreyên yek kesî hatine çêkirin’    Zîlan Gumuş, diyar kir ku li tevahiya Tirkiyeyê 22 girtîgehên bi ewlekariya bilind, 13 girtîgehên tîpa Y, 14 girtîgehên tîpa F û 7 girtîgehên tîpa S hene û got ku ev girtîgeh dibin sedem ku girtî hem ji aliyê fîzîkî hem jî ji aliyê psîkolojîk ve rastî binpêkirina mafan bên. Zîlan Gumuş wiha dewam kir, "Li van girtîgehan mirov di hucreya yek kesî de dimînin. Piraniya rojê bi tenê derbas dikin. Demên hewadaniyê pir kurt in. Em van hucreyan jî wekî qawîş pênase dikin, lê bi tevahî di pergala hucreyê de ne. Li ser pencereyê sê bend û xêz hene wê çawa ji wir hewa derbasî hundir bibe? Mînaka vê ya herî girîng jî raporeke Neteweyên Yekbûyî ye ku li girtîgehên Tirkiyeyê lêkolîn kir û li gorî vê rapora Neteweyên Yekbûyî dibêje, ‘Ev girtîgeh ji bo ku mirov di hucreyên yekkesî de mexdûr bibin hatine çêkirin’.”   ‘Girtîgeh li dijî qanûnên neteweyî û navneteweyî hatine çêkirin’   Zîlan Gumuş anî ziman ku girtîgehên li Tirkiyeyê bi armanca cezakirina ji cezayên dadgehê cuda tên çêkirin û destnîşan kir ku ji bo cara duyemîn hewl didin girtiyan ceza bikin. Zîlan Gumuş got, "Raporên Neteweyên Yekbûyî û biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bi zelalî diyar dikin ku 'li girtîgehên Tirkiyeyê muameleya xerab heye, şewitandina înfazan heye, pirsgirêkên tenduristiyê hene, pêkanînên kêfî hene.' Gelek caran Tirkiyeyê di van mijaran de mehkûm jî dibe. Girtîgehên Tirkiyeyê li dijî qanûnên neteweyî û navneteweyî n. Lê mixabin qanûn û peymanên navneteweyî tên paşguhkirin û her roj girtî bi binpêkirina mafan re rû bi rû dimînin.”   'Yên raporên ATK'ê amade dikin rewşa girtîgehan nizanin'   Zîlan Gumuş da zanîn ku li gorî daneyên dawî li girtîgehan hezar û 517 girtiyên nexweş hene û 651 jê giran nexweş in û got, girtîgehên tîpa R ji bo dermankirina girtiyên nexweş hatine avakirin, lê girtî nikarin li van girtîgehan tedawî bibin û bi tena serê xwe nikarin jiyana xwe bidomînin. Zîlan Gumuş, anî ziman ku girtî di girtîgehên tîpa R de tên hiştin û got, "Li gorî daneyên ku wezaretê bi xwe di nîqaşên butçeya sala borî de eşkere kir, 709 girtiyan ji ber sedemên cuda li hundir jiyana xwe ji dest dane. Em dikarin bêjin ku piraniya van mirinan û li gorî daneyên ku em hewl didin bi dest bixin, ji ber şert û mercên girtîgşehan e. Dîsa der barê girtiyên nexweş de em her tim dibêjin ku divê demildest înfaz bên rawestandin û girtî serbest bên berdan û herî kêm tedawiya wan bi malbatan re berdewam bike. Lê astengiya herî mezin a li hemberî vê yekê raporên Saziya Tipa Edlî (ATK) ya ku dibêjin ew dikare di girtîgehê de bimîne ye. Lê micabin kesên vê biryarê din rwşa girtîgehan nizanin.”   'Divê demildest girtîgehên bi ewlekariya bilind bên girtin'   Zîlan Gumuş, anî ziman ku girtîgeh ji aliyê cewherê xwe ve cihên ku ji mirovan re ne guncaw in û gelek binpêkirinan bi xwe re tînin û got ku divê tu mirovek di girtîgehên ewlekariya bilind de nemîne. Zîlan Gumuş destnîşan kir ku divê demildest ev girtîgeh bên girtin û ev tişt anî ziman: "Em difikirin ku divê cezayên girtiyan bi awayekî li gorî rûmeta mirovî bên bicihanîn. Yên ku herî zêde di van girtîgehan de mexdûr dibin, helbet girtiyên nexweş in. Ger kesek ne nexweş be jî, dema dikeve van girtîgehan, di demeke pir kin de gelek nexweşî li wan peyda dibin.  Ji ber ku mafên mirovan di demeke pir kin de tê binpêkirin. Em difikirin ku divê demildest girtiyên nexweş bên berdan, ev cure girtîgehên ewlekariya bilind ku ne li gorî mirovan in, demildest bên girtin û cezayên mirovan li gorî rûmeta mirovî bên bicihanîn.”